Siyamend Haco:Yekîtiya Ewropa ji Kurd û pêkhateyên din re li Sûriyê piştgir e

Serokê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Berê Kurdistana Sûriyê, Siyamend Haco dibêje, welatên ewropa girîng dibînin ku aramî û seqamgîrî li Sûriyê cîbicî bibe.

Siyamend Haco ji Rudawê re got, Ez di wê baweriyê de me ku tiştê herî girîng ji welatên ewropa re seqamgîrî ye, ji ber ku welatê ku aramî têde nebe, xelkê wê jê direvin û naxwazin li wî welatî bimînin, û evê hiştiye ku xelk koçber bibin.

Haco herwiha got, niha ewropa bi giştî 2 milyon xelkê Sûriyê li xwe digire, milyonek tenê li Almanya ye, lewma daxwaza almanya ew e ku welatiyên Sûriyê vegerin welatê xwe.

Serokê Ofîsa Pêwendiyên Derve serbar kir ku Yekîtiya Ewropa ji sala 2011an ve zêdetirî 33 milyar euro alîkarî daye Sûriyê û wê berdewam be.

Eger hikûmeta nû ya Sûriyê bi rastî bikaribe aramiyê li herêmê cîbicî bike, Yekîtiya Ewropa wê piştevaniya wan bike, di heman demê de piştgir e ji Kurd û pêkhateyên din re ji bo bidestxistina mafên xwe ji bo ku xelk li cihên xwe bimînin û nerevin.