Siyamend Haco-Serokê Berê Kurdistana Sûriyê

Siyamend Haco ji Şamê: Hikûmetê gelek biryarên xirab li dijî hebûna kurdan standine

Serokê Berê Kurdistana Sûriyê û Serokê Şepêla Azadî ya Kurdistanî, Siyamend Haco, ji K24 re ragihand, divê şanda Kurdî hevbeş karên dîplomatîk pêk bîne ji bo guvaşan li ser Şamê bikin, ku hikûmet bi wan re danûstandinan pêk bîne, û hîn jî ev yek nebûye.
Haco di hevdîtina xwe de tekez kir û got, xuya ye hikûmeta Şamê dan bi şanda hevbeş nake, herwiha Haco eşkere kir, ku di wan mehên derbasbûyî de hikûmeta Şamê gelek biryarên xirab li dijî hebûna kurdan standine, ji ber vê jî ji tevgera siyasî ya kurd tê xwestin gavine din bavêje û ne tenê semînaran lidar bixin.

Serokê Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê, Birêz Mihemed Smaîl li taxa Zorava ya li Şamê seminarek lidar xistibû û Serokê Berê Kurdistana Sûriyê û Serokê Şepêla Azadî ya Kurdistanî, Siyamend Haco, jî têde beşdar bibû.

Lînka hevdîtina bi K24 re:

Ofîsa Ragihandinê
Berê Kurdistana Sûriyê
08.11.2025