Sekreterê giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres di kongirekê rojnamevanî de dibêje, divê danpêdan bi Kurdan li Sûriyê were kirin û divê kurd li Sûriyê beşdarî proseya siyasî bibin.
Di Kongirekê rojnemevanî li Bexdaya paytexta Sekreterê giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres behsa Kurdan li Sûriyê kir û got, gelekî girîng e danpêdan bi Kurdan li Sûriyê were kirin ji ber ku ew beşekî girîng in li wî welatî.
Antonio Guterres herwiha got,tê bîra min berî çend salan min hewil dida ku hikûmeta Sûriyê razî bikim ku rewşa Kurdên bê nasname li Sûriyê were çareser kirin û bi keyfxweşî ez niha dibînim kurdan qebûl dikin ku Kurd welatiyên Sûriyê ne û divê welatiyên Sûriyê bi awayekî fermî beşdarî jiyana siyasî û siberoja welatên xwe bikin.