Serokê Berê Kurdistana Sûriyê beşdarî simînareke siyasî li Berlînê dibe

Revenda Kurdî simînareke siyasî li Berlînê paytexta Elmaniya lidar dixe

Simînar di bin navnîşana “Rewşa niha ya Kurdistana Îran û Kurdistana Sûriyê” tê lidarxistin

Serokê Berê Kurdistana Sûriyê, Siyamend Haco beşdarî wê simînarê dibe, ku wê besha dawî pêşhatên siyasî û meydanî yên Kurdistana Sûriyê bike herwiha wê behsa serdana xwe ya dawiyê bo deverê bike

Herwiha Siyamend Haco wê behsa astengiyên ku dikevin riya gelê Kurd de bi taybetî di vê rewşa ku niha Sûriya û dever tê re derbas dibe

Di wê simînarê de wê siyasetmedarê Kurd Hacî Cindî jî amade bibe ku wê behsa rewşa niha ya Îran û Kurdistana Îranê bike

Simînar wê roja 29.06.2025an, demjimêr 16:00 li Berlînê were lidarxistin

Navnîşan:

Lindower Str 18

13347 Berlin

Hinterhof 1.Et bei “Schalasch”

S-UWedding