Sekreterê El-Partî pêşwazîya serokê Berê Kurdistana Sûriyê dike

Bi hilkefta Cejna Qurbanê, Sekreterê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El-Partî) Ebdilrehman Hebeş li Hewlêrê pêşwaziya Serokê Şepêla Azadî ya Kurdistanî û Serokê Berê Kurdistana Sûriyê Siyamend Haco û şanda pêre kir

Şanda mêvan ji Siyamend Haco ji herdu endamên Desteya Serkirdayetiyê yên Şepêlê Dîdar Mîro û Ebdilhemîd Yûnis pêk dihat. Herwiha ji aliyê El-Partî ve jî her yek ji endamê Komîta Navendî Mihemed Sedîq Brahîm û endamê Komîta Herêmî Mihemed Selîm Hesen

Di hevdîtinê de behsa çawaniya pêşxistina karê Berê Kurdistana Sûriyê û xurtkirina hemahengiya di navbera pêkhateyên wê de hate kirin, herwiha li ser girîngiya firehkirina pêwendiyan di navbera partiyên siyasî de li Kurdistana Sûriyê jî hate tekezkirin

Her di hevdîtinê de jî, behsa serdana bê ya Siyamend Haco û şanda pêre ji bo Kurdistana Sûriyê hate kirin, ku dê hevdîtinên siyasî, semînar û gerên meydanî lidar bixe û pê rabe

Ofîsa Ragihandinê

Berê Kurdistana Sûriyê

07.06.2025