Şanda Berê Kurdistana Sûriyê bi Xoybûn re dicive

Şanda Berê Kurdistana Sûriyê li Bajarê Qamişlo serdana bargeha Tevgera Xoybûn kir û herdu aliyan behsa rewş û pêşhatên dawî li Sûriyê û Kurdistana Sûriyê kirin, herwiha pirsa lihevkirina kurdan li ser nerîneke siyasî ya hevbeş û çêkirina şandeke hevbeş, ku bi rêveberiya nû re li Şamê danûstandinan bike.
Şanda Berê pêk hatibû ji her yek ji: Serokê Şandê û Sekreterê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El-Partî) Ebdilrehman Hebeş, Ebdilxenî Eco, Mihemed Sedîq Brahîm û Rizgar Silo endamên pêre. Ji aliyê tevgera pêşwazîker ve her yek ji: Endamê desteya serokatiyê Hêbet Mehmo ligel Riyad Ehmed, Selman Misewer û Silêman Es’ed.
Ofîsa Ragihandinê ya Berê Kurdistana Sûriyê
02.02.2025

Leave a Reply