Şanda Berê Kurdistana Sûriyê bi Tevgera Çaksazî re dicive

Şanda Berê Kurdistana Sûriyê serdana bargeha Tevgera Çaksazî ya Kurd li Sûriyê li Bajarê Qamişlo kir. Herdu aliyan behsa rwşa siyasî li Sûriyê û Kurdistana Sûriyê kirin, herwiha yekxistina navmala kurd li Sûriyê û çêkirina çandeke hevbeş li ser bingeha nerîneke siyasî ya hevbeş, ku nûnertiya hêvî û daxwazên gelê kurd li Sûriyê bike.
Şanda Berê pêk hatibû ji her yek ji: Serokê Şandê û Sekreterê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El-Partî) Ebdilrehman Hebeş, Ebdilxenî Eco, Mihemed Sedîq Brahîm û Rizgar Silo endamên pêre. Ji aliyê Tevgera Çaksazî ve, her yek ji Hevrêzkarê Giştî yê tevgerê Fêsel Yûsif û herdu endamên ofîsa cîbicîkar Kazim Xelîfe û Hikmet Qerî pêşwaziya şanda Berê Kurdistana Sûriyê kiribûn.
Ofîsa Ragihandinê ya Berê Kurdistana Sûriyê
02:02:2025

Leave a Reply