Şanda Berê Kurdistana Sûriyê hevdîtinên xwe yên siyasî li Qamişlo berdewam dike û di derbarê gotûbêjên kurdî-kurdî û rewşa siyasî de, hevdîtin bi Partiya Rêkeftin a Kurd li Sûriyê re pêk anî.
Şanda Berê Kurdistana Sûriyê ji her yek ji Serokê şandê û Sekreterê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El-Partî) Ebdilrehman Hebeş û herdu endamên pêre: Ebdilxenî Eco û Mihemed Sedîq Brahîm, herwiha aliyê din jî ji: Sekreterê Rêkeftin Fewzî Şingalî, herdu endamên polîtbîroyê Îsmaîl Umer û Canda Yûsif û herdu endamên Komîta navendî Yûsif Ebdî û Brahîm Berekat.
Li aliyekî din jî, şanda Berê hevdîtinek bi hêzên civaka sîvîl a Kurdistanê re li Qamişlo pêk anî, ku ji aliyê her yek Ala Hebo, Ebdilbaqî Şêxî û Nayif Şêxî ve hatibû pêşwazîkirin.
Di herdu civînan de şanda Berê Kurdistana Sûriyê bi behsa yekxistina helwest û nerînên aliyên siyasî yên Kurd û girîngiya gotûbêjên kurdî-kurdî bi taybetî di vê dema ku Sûriyê û Kurdistana Sûriyê têrê derbas dibin de. Herwiha şanda Berê tekez kir, ku tevahiya aliyên kurd di gotûbêjên kurdî-kurdî de beşdar bin heta karibin nûnertiyeke rasteqîn a Kurdistana Sûriyê nîşan bidin.
Ofîsa Ragihandinê ya Berê Kurdistana Sûriyê
04.02.2025