Şanda Berê kurdistana Sûriyê zincîrreya hevîdtinên siyasî li Bajarê Qamişlo berdewam dike. Şanda Berê serdana bargeha Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kir. Herdu aliyan behsa rewşa heyî li Sûriyê û Kurdistana Sûriyê kir, bi taybetî piştî ketina Rejîma Sûriyê. Şanda Berê li ser girîngiya yekxistina hewlset û nerînên aliyên kurd tekez kir, herwiha gotûbêja kurdî-kurdî ku tevahiya aliyên kurd li xwe bigire, ku di hundir şandeke yekgirtî de bi rêveberiya nû li Sûriyê re nûnertiya berjewendiyên gelê Kurdistana Sûriyê bike.
Şanda Berê Kurdistana Sûriyê pêk dihat ji her yek ji: Serokê Berê û Sekreterê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El-Partî) Ebdilrehman Hebeş û Endamên şandê: Ebdilxenî Eco, Mihemed Sedîq Brahîm û Rizgar Silo. Şanda Berê hatibû pêşwazîkirin ji aliyê her yek ji: Endamê Desteya Serokatiya ENKS û Sekreterê Partiya Wekhevî ya Kurd li Sûriyê Nihmet Ddawûd, Endama Desteya Serokatiya ENKS û Sekretera Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê Fesle Yûsif û Endamê serbixwe yê ENKS Ebdilbarî Xelef.
Herdu aliyan li ser girîngiya berdewambûna têkilî û hemahingiyê di navbera aliyên kurd de kirin ji bo karibin rûbirûyî astengiyên heyî bibin. Şanda Berê Kurdistana Sûriyê ev demeke hevdîtinên siyasî bi aliyên kurd re pêk tîne bi armanca xurtkirina gotûbêja kurdî-kurdî da ku kurd bigihin rêkeftineke siyasî ya hevbeş, ku maf û berjewendiyên gelê Kurdistana Sûriyê biparêze.
Berê Kurdistana Sûriyê
30:01:2025