Piştî du rojan Şepêla Azadî ya Kurdistanî kongreyê xwe yê diwê bidawî kir, ku 20-21.04.2025an dirêj kir û têde nûnerên ji deverên cuda beşdar bibûn.
Di destpêka kongreyê, navxwendina endamên kongreyê hate kirin û pişt re jî birêz Siyamend Haco serokê ŞAKê gotineke bixêrhatinê pêşkêş kir, têde behsa kar û xebata çar salên dawî yê ŞAK kir, herwiha pêşketinên rêxistinî, siyasî û pêwendiyên dîplomasî û firehbûna rêxistina ŞAKê, ku cihê wê li meydanê xurtir kiriye.
Pişt re raporên siyasî, darayî û rêxistinî hatin xwendin û bi firehî hatin gotûbêjkirin. Li dawiyê endamên kongreyê Desteya Serkirdayetiyê ya kevin gerdenazad kir.
Di derbarê guhertinên di peyrew hundirîn û programa siyasî de jî, giftûgoyên dewlemend û berfireh hatin kirin, ku di encamê de guhertinên pêwîst ji bo pêşxistina karê siyasî û berfirehkirina rêxistinê û beşdarbûna ciwanan, hatin kirin.
Herwiha kongreyê alayeke nû hilbijart, ku nasnameya siyasî û rêxistinî ye ŞAKê di vê qonaxa bê de nîşan bide.
Piştî wê, hilbijartinên serokê ŞAKê destpê kirin, ku rêzdar Siyamend Haco ji bo çar salên bê weke serok hate hilbijartin, dûv re hilbijartinên Desteya Serkirdayetiyê hstin destpêkirin û ev bi serkeftin:
Dr. Tariq Xêrkî, Dîdar Mîro, Gulîşan Brahîm, Comerd Henîf Hemdoş, Jîn Nûrî Xoce, Kurdistan Hem, Siyamend Mîro, Horan Hem, Hemrîn Sadûn, Şêrîn Yûsif, Perîşan Ebdilbaqî Osman, Ebdulhemîd Îdrîs Yûnis, Salih Xelîl, Şêrîn Selîm Ehmed, Newroz Tacedîn, Erdelan Osman, Barzan Îsa, Nesredîn Yehye Brahîm û Raman Mihemed Emîn.
Di vsn hilbijartinan dd, beşdarbûna ciwanan xuya bû û ew jî nîşana wê yekê ye ku ŞAK dixwaze xwîneke nû derbasî serkirdayetiyê bibe û cihê xwe di qonaxa bê de xurtir bike.