Şepêla Azadî ya Kurdistanî di derbarên binpêkirinên dawî de yên li gundi Kaxrê yê ser bi Navçeya Mabata ve li Herêma Efrînê daxuyaniyek belav kir û têde ew binpêkirin şermezar kir û got ku her yek ji Tirkiyê, Îtîlaf û ENKS ji ber ve berpirs in, deqeya daxuyaniyê
Daxuyanî di derbarê rewşa herî dawî de li gundê Kaxrê
Şepêla Azadî ya Kurdistanî binpêkirinên çekdarên hêza naskirî bi Emşata yên ser bi Tirkiyê ve li gundê Kaxrê yê navçeya Malbata ya Herêma Efrînê, şermezar dike. Li gorî agahiyên ji nava gundî, her kesê heya niha bac nedaye, ji aliyê çekdaran ve tê girtin û eşkencekirin. Zanyariyên me dibêjin çekdar ketine malan û di nava malan de li jinan xistine, herwiha hemwelatiyên heta niha bac nedane, otomobîl û tirektorên wan hatine desteserkirin. Heya niha kesên nikarîbûn baca ferzkirî bidin Emşata, ji malên xwe reviyane û ji tirsa girtin û eşkencekirinê newêrin vegerin malên xwe
Ne tenê li Kaxrê, lê belê li her devereke din a Efrînê bi taybetî li navçeya Şiyê, Emşata weke dewletekê ji xwe re çêkirine û bi kêfa xwe zordariyê dikin û xelkê digirin û eşkence dikin
Ev çend meh in, ku grûpên çekdar li Herêma Efrînê zordariya xwe gelekî zêde kirine, ku nema xelk diwêre li malên xwe bimîne û bi deh hezaran dolaran bacê li xelkê ferz dikin
Tevî rejîma Esed ket, lê hîn heya niha rewşa bajarên dagirkirî weke Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî qet nehatiye guhertin û tevahiya girtiyên kurd serbest nehatine berdan, wek çawe ku ev dever ne beşek ji Sûriyê bin. Rêveberiya nû ya li Şamê dive helwesta xwe ji van grûpên tawanbar zelal bike û wan siza bike weke berpirsên rejîma berê
Ev bêdengiya di derbarê rewşa Kurdistana Sûriyê de bi giştî, cihê fikarê ye û metirsiyan çêdikin
Her binpêkirin, tawanên li Efrînê tenê kirin, Îtîlaf bi giştî û Tirkiyê ji ber ve berpirs in, herwiha Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS)jî, ku hevkarê Îtilafê ye û rijd e li ser spîkirina rûyê wê tevî ku ti wateya Îtilafê nema ye jî, herwiha tevî nema rejîmê hîn jî dixwaze hevkarê Îtilafê be di tawanên grûpên çekdar de. Divê Tirkiyê demildest rê li van grûpên çekdar bigire û pirsên destdirêjî û zordariya li ser xelkê nehêle, ku hemwelatî karibin bi rihetî vegerin malên xwe
Azadî ji girtiyên kurd re
Şepêla Azadî ya Kurdistanî
27.12.2024