Ragihandinek derbarê pêkanîna komîteya amadekar a Kongreyê Gotûbêja Niştimanî ya Sûrî

Berê Kurdistana Sûriyê pêşwaziya pêkanîna Komîteya Amadekar a Kongreyê Niştimanî ya Sûrî dike û hebûna jinan têde weke gaveke erênî lê dinêre, ku ev gav bibe dergehek ji bo nûnertîkirineke dadperwer û giştî ji bo tevahiya pêkhateyan li Sûriyê. Cihê mixabiniyê ye ku nûnertiya kurdan di vê komîteyê de tine ye, tevî ku rêjeya kurdan li Sûriyê ne kêmtir e ji 15%
Nebûna kurdan di vê komîteyê de berdewamiya piştguhkirin û dûrxistina wan ji beşdarbûna çalak di avakirina sîstema siyasî ya nû de li Sûriyê eşkere dike. Ev yek jî berevajî bingehên sereke yên dadperwerî û wekheviya ku divê her piroseyeke siyasî ya giştî li xwe bigire.
Cihê daxê ye jî, ku heta niha aliyên siyasî yên kurd nikarîbûn bigihin lihevkirineke siyasî ya hevbeş. Ev yek jî lawaziya wan di nûnertîkirina berjewendiyên gelê kurd de li Sûriyê bi awayekî berçav nîşan dide.
Berdewambûna nakokiyên di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS û PYDê de astê astengiyên mezin li pêş yekxistina navmala kurd diyar dike. Divê her lihevkirineke siyasî di derbarê pêşeroja gelê Kurd li Sûriyê giştî be û tevahiya aliyan li xwe bigire, bi taybetî aliyên derveyî ENKS û PYDê jî heta karibe nûnertiyeke rasteqîn a berjewendiyên gelê kurd bike.
Em hêvî dikin ev piştguhkirin di pêşerojê de bê rastkirin û nûnertîkirina kurdan bi awayekî dadperwer di tevahiya qonaxên gotûbêja niştimanî de çêbibe, ji bo garantiya Sûriye bibe demokrat û pirreng û rêzê li mafên tevahiya pêkhateyan bigire.
Em pêşwaziya vê gava yekê ya ber bi gotûbêja niştimanî dikin û hêvî dikin bibe destpêka beşdarbûna rasteqîn û giştî ya tevahiya sûriyan di avakirina pêşeroja welatî de.
Berê Kurdistana Sûriyê
12.02.2025

Leave a Reply