Ragihandinek derbarê hevdîtina bi Wezareta Derve ya Almanya re

Ofîsê Pêwendiyên Derve ya Berê Kurdistana Sûriyê hevdîtinek bi Wezareta Derve ya Almanya re li Berlînê pêk anî, ku nûnerên Durzî, Elewî, Aşûrî jî têde beşdar bibûn.

Di civînê de behsa rewşa Sûriyê bi giştî hate kirin û rêyên rast ji bo avakirina dewleteke demokrat ku mafên tevahiya pêkhateyan têde werin parastin û li ser bingeha rêzgirtina li yasayê be û dadmendî di parvekirina saman û desthelatê de, ku her pêkhateyek karibe bi xwe, xwe birêve bibe di çarçoveyeke niştimanî ya giştgîr de.

Herwiha hate tekez kirin, ku divê Sûriya pêşerojê li ser bingehên demokrasî, pirrengî û pirensîpên dadmendî û wekheviyê di parvekirina desthelat û samanan de û misogerkirina rêzgirtina li serweriya yasayê, bê avakirin. Herwiha şanda navbûrî tekez kir, ku divê her pêkhateyek bi xwe karibe xwe birêve bibe di çarçoveya sîstemeke siyasî ku nûnertiya rasteqîn li xwe bigire û mafên siyasî, netewî, olî û çandî yên tevahiya pêkhateyan biparêze.

Piştî wê civînê, her yek ji Siyamend Haco Serokê Şepêla Azadî ya Kurdistanî û Serokê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Berê Kurdistana Sûriyê, û xanim Gulîşan Brahîm cîgira Serokê Şepêla Azadî ya Kurdistanî û Endama Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Berê Kurdistana Sûriyê civînek bi Klemens Semtner re berpirsê Piştgiriya Seqamgîriyê di Wezareta Derve ya Almanya de û konsulê almanî yê berê li Herêma Kurdistanê- Iraq pêk anîn.

Di civînê de behsa rewşa Sûriyê bi giştî hate gotûbêjkirin û bi taybetî rewşa Kurdistana Sûriyê û encamên konfransê hevbeş ya ENKS û PYD û di nav de jî mesela avakirina şanda wan ya hevbeş ji bo danûstandinên bi rêveberiya Şamê re.

Ofîsa Pêwendiyên Derve

Berê Kurdistana Sûriyê

17.05.2025