Bi helkefta roja rojnamegeriya Kurdî, Berê Kurdistana Sûriyê pîrozbahiyê li hemû rojnemevanên Kurd dike û tekeziyê li ser rola wan ya girîng di xizmeta rastiyê de dike ku herdem bergirî di pirsên gelê Kurd li herçar parçeyên Kurdistanê dike.
Di vê rojê de divê em bi serbilindî yekem rojnameya Kurdî “ Kurdsitan” bibîr bînin, ku li sala 1898 li Qahîra hate damezrandin û destpêkek bû ji rojnamegeriya Kurdî ya azad re, ku bi riya wê xemên netewî û mirovî yên gelê Kurd helgirtin.
Em karê rojnamevanên Kurd ên aza yên ku di rewşên xirab de kar dikin bi bilind dinirixînin û em tekeziyê li ser pêwîstiya avakirina rewşeke aram û azad ji bo wan dikin, da bikarin bi azadî karê xwe bikin û nerînên xwe bi azadî bêjin dûrî hemû tirsan da rojnamevan rola xwe bi berpirsiyaretî bike.
Em dibînin ku rojnamegeriya azad desthelateke rasteqîne ye ji bo gihandina dengê xelkê û bergirî di ber pirsên dadperwerane de berpirsiyaretiya wan e.
Berê Kurdistana Sûriyê
22.04.2025