Gelê kurd yê qehreman
Bi hatina cejna Newrozê, cejna netewî ya gelê kurd, em pîrozbahiyê li tevahiya gelê xwe dikin û tekez dikin, agirê Newrozê ku heya niha vêketiye, nîşana berdewambûna xebata me ye heta daxwazên gelê me li Kurdistana Sûriyê pêk werin û mafên wî yên rewa dan pê were dan di hundir Sûriyak pirreng û federal de, ku Kurdistana Sûriyê têde weke pêgeheke federal were nasîn.
Êdî dem hatiye, piştî ketina rejîma Esed, ku Sûriye ya gişta be û tevahiya hemwelatiyan têde weke hev bin, herwiha mafên tevahiya pêkhateyan jî werin parastin. Bêyî danpêdana bi mafên tevahiya pêkhateyan, Sûriya demokrat ava nabe, di serî de jî mafên gelê me li Kurdistana Sûriyê û nehiştina siyasetên erebkirin, tinekirin, dûrxistin û guhertina demografî. Sûriya pêşerojê têra tevan dike û divê em tev de bi hev re ji bo Sûriya, ku li ser bingeha dadperwerî û wekheviyê be, kar bikin.
Em weke Şepêla Azadî ya Kurdistanî tekez dikin, ku em bi xebata ji bo yekrêziya kurdan, pabend in û dê berevaniyê li mafên gelê Kurdistana Sûriyê bikin ji bo pêşerojeke tijî dadperwerî, azadî û demokrat.
Bila Newroz çirûskek be roniyê bide rêya ber bi azadiya me ve
Şepêla Azadî ya Kurdistanî
20.03.2025