Şanda Berê Kurdistana Sûriyê hevdîtinên xwe yên roja diwê berdewam dike. Şanda bi serokatiya Siyamend Haco û endamtiya her yek ji Dîdar Mîro, Ebdilxenî Ico, Horan Hem û Rizgar Silo, li Qamişlo serdana çend partiyên kurd û pêkhateyên niştimanî kir
Şandê despêkê serdana PYD kir û ji aliyê hevseroka wê û endama şanda Kurdî Perwîn Yûsif û endamên serkirdatiyê ve hate pêşwazîkirin, piştre şandê serdana Partiya Yekîtî ya Kurdistanî li Sûriyê kir û ji aliyê sekreterê wê û endamê şanda Kurdî Silêman Oso û endamên serkirdatiyê ve hate pêşwazîkirin. Herwiha piştre şanda Berê Kurdistana Sûriyê serdana Partiya Pêşverû ya Demokrat a Kurd li Sûriyê kir û ji aliyê sekreterê wê Ehmed Berekat û endamê şanda Kurdî Ehmed Silêman û endamên serkirdatiyê ve hate pêşwazîkirin, piştre şande serdana Rêxistina Asûrî ya Demokrat li Sûriyê kir û ji aliyê berpirsê wê yê siyasî Gabriyêl Mûşî û endamên serkirdayetiyê ve hate pêşwazîkirin. Di wê civînê de behsa rewşa Sûriyê bi giştî û ya Kurdistana Sûriyê bi taybetî hate kirin û li ser girîngiya parastina mafên tevahiya pêkhateyan û misogerkirina parastina mafên wan di destûra nû ya Sûriyê de hate tekezkirin. Li dawiyê jî şanda Berê Kurdistana Sûriyê serdana Partiya Çaksazî ya Kurd li Sûriyê kir, ku ji aliyê sekreterê wê Feysel Yûsif û endamên serkirdatiyê ve hate pêşwazîkirin
Di van hevdîtinan de, şanda Berê Kurdistana Sûriyê piştgiriya xwe ji şanda Kurdî re da nîşan û li ser yekxistina helwesta endamên wê li pêş ragihandê bi taybetî bi berpirsên Şamê re, herwiha şande tekez kir, ku divê komîteyên şêwirmend ji şanda Kurdî re bêne avakirin û tekez kir, ku Berê Kurdistana Sûriyê çi jê bê xwestin di vê derbarê de amade ye
Herwiha şandê tekez kir, ku divê şanda Kurdî di hevdîtinên fermî de tekez bike ku divê Kurdistana Sûriyê herêmeke yekgirtî be di çarçoveya sîstemeke federal de
Ofîsa Ragihandinê
Berê Kurdistana Sûriyê
13.06.2025