Partîya Demokrata kurd li Sûriyê (El-Partî) di derbarê komkujiya Kobanê daxuyanî da, û daxwaza cezakirina her kesên ku beşdarî vê tawanê bûye kir
Bi boneya bîranîna komkujiya dehemîn ya ” Şeva xiyanetê ” li Kobanî
Di bîranîna deyemîn ya komkujiya ” Şeva xedrê “, ku di 25ê Hezîrana 2015an de, ew şeva tarî û xwînawî bîrtînin yê tê da bi sedan kesên sêvîl yên bê tawan hatin kuştin ji gelê kurd li devra kobanî bi destê xirabtrîn rêxistina teroristî tundrew hat ancamdan, li yek ji girantirîn tawanên şer di kirîza Sûriyê de, tê hejmartin
Weko em vê tawanê tirsnak bi bîrtînin, em di Partiya Demokrat a Kurd li sûriyê (Partî) şermezarkirina xwe yê kûr derdibirin û nerazîtiya xwe yê binbir vê tawanên hovane yên ku xlkî sêvîl bê tawan tê armanckirin eşkere dikin
, û em piştrast dikin ku ew binpêkirina hemî nirxên mirovî û exlaqî temsîl dike
Her weha em daxwazê nû dikin da ku tevahî rastiyan werin eşkere kirin , û her kesê ku beşdarî vê tawanê bûye were hesab û sizakrikin. Em bang li gelê me yê Kurd û hemû hêzên siyasî û civakî dikin, bi helwêstekî yekane, vê tawanê hovone bîrbînin û ji bo pêşerojeke têda dadwerî, rûmetî, û xwîna kesê sêvîl parêzrawbê
Dilovanî ji bo şehîdên şeva xiyanetê û şehîdên azadiyê
Şermezarî ji bo terorê û yên ku piştgiriyê wê dikin
Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Parti)
Qamişlo li 25 Hezîran, 2025
