Di salvegera xwe de, Şepêl daxwaza avakirina Kurdistana Sûriyê weke statuyeke siyasî û rêveberî ya yekgirtî tekez dike.

Tevgera Azadî ya Kurdistanî di daxuyaniyekê de ku roja Înê hat weşandin, daxwaza avakirina Kurdistana Sûrîyê weke statuyeke siyasî û îdarî ya yekgirtî kir, ku mafên neteweyî, siyasî û çandî yên gelê Kurd garantî bike.

 

deqeya daxuyaniyê :

Desteya Serkirdayetiyê ya Şepêla Azadî ya Kurdistanî salvegera şeşan a damezrandinê bibîr tîne û tekez dike, ku dê ew xebata ji bo doza rewa ya gelê me û çespandina pirensîbên wê di Dadperwerî, Azadî û Demokrasîliyê de li Kurdistanê biçespîne.

Her di vê hilkeftê de, Desteya Serkirdayetiyê bapendbûna bi avakirina Kurdistana Sûriyê weke statuyeke siyasî û rêveberî ya yekgirtî tekez dike, ku têde mafên netewî, siyasî û çandî yen gelê me werin parastin û hevpariyeke rast di navbera pêkhateyan de were avakirin.

Em dîsan tekez dikin, ku divê Bereya Kurdistana Sûriyê were pêşxistin û cihê xwe bêtir bigre, ku ew çarçoveyeke niştimanî ye dixebite ji bo yekxistin û hemahengiya helwestan, ku bikeve berjewendiyên gelê me û xurtkirina rola wî di nexşandina pêşeroja welêt de.

Desthelata niha li Şamê berdewam e di redkirina nasîna bi mafên gelê kurd de û hîç amade nîne gotûbêjan li ser federalîzmê bike, ji ber vê ji me, weke Şepêla Azadî ya Kurdistanî, û Tevgera kurd, bi hemî partiyên wê ve, tê xwestin li alternatîvine siyasî yên rast bigerin, ku mafên gelê xwe biparêzin û pêşeroja wî ya siyasî û çandî biparêzin.

Desteya Serkirdayetiyê

Şepêla Azadî ya Kurdistanî

10.10.2025