Berê Kurdistana Sûriyê, ku di 08.12.2024an de hatiye avakirin, derbarê Rêkeftina Şêx Meqsûd a di navbera Encûmena sîvîl li herdu taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û Komîteya erkdar a ser bi desthelata Sûriyê ve, daxuyaniyek belav kir û têde tekez kir, ku divê kar ji bo lihevkirineke siyasî ya giştgîr di navbera kurdan û rêveberiya nû li Şamê bê kirin, herwiha Berê Kurdistana Sûriyê got Rêkeftina Şêx Meqsûd gavek pêşketîtir e ji Rêkeftina El-Şerih-Ebdî, deqeya daxuyaniyê:
Daxuyanî
Berê Kurdistana Sûriyê rêkeftina beriya çend rojan di navbera Encûmena sîvîl a herdu taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û Komîteya erkdar a desthelata Şamê de, weke gaveke girîng dibîne ji bo xurtkirina nenavendiyê li wan herdu taxan li Helebê, herwiha rêveberiya xwecihî xurt dike, ku xelk bi azadî karûbarên xwe birêve bibe.
Tevî ku ev rêkeftin rêveberî- ewlehî û tektîkî ye jî, lê rê li ber lihevhatinên firehtir di navbera kurdan û rêveberiya nû li Şamê, vedike. Herwiha dide xuyakirin, ku çareseriyên siyasî ji dewsa piştbestana bi rêyên ewlehiyê dikarin bêne meşandin.
Di vê çarçoveyê de ev rêkeftin ji rêkeftina El-Şerih-Ebdî pêşketîtir e, ku rêyeke biçûk li ber serxwebûna rêveberî û xizmetguzarî vedike, ku rewşeke xweştir û aramtir di pêşerojeke nêzîk de çêdike.
Serkeftina vê rêkeftinê girêdayî misogerkirinên zelal e, ku berdewamî û cîbicîkirina vê rêkeftinê misoger bike, bi taybetî pirsa vekişîna hêzên leşkerî ji herdu taxan bêyî misogeriyeke zelal.
Berê Kurdistana Sûriyê tekez dike, ku divê kar ji bo lihevkirineke siyasî ya giştgîr di navbera kurdan û rêveberiya nû li Şamê bê kirin, li ser bingeha nenavendiya hukmê û misogerkirina mafên netewî û siyasî yên kurdan di çarçoveya Sûriyeke pirreng û federal, ku têde Kurdistana Sûriyê weke herêmeke federal be, herwiha rê li ber wê yekê bigire, ku desthelat ji ber wan destkeftan xwe bide alî.
Her di vê derbarê de jî, em matmayî dimînin ji ber derengketina ragihanda lihevkirina hevbeş ya di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd(PYNK) ku PYD serkêşiya wan dike de. Hîn ev rêkeftin veşartî maye û ji xelkê re nehatiye ragihandin ku li ser çi lihev kirine û xelk karibe nêrîna xwe jî li ser bêje. Tê diyarkirin ku hin alî ji herdu aliyên ENKS û PYD hene naxwazin ev rêkeftin biçe serî, em jî dibînin herdu alî berpirs in ku rêkeftineke kurdî ya hevbeş çênebe. Heya niha ti pêwendî bi aliyên siyasî yên derveyî wan herdu aliyan re nehatine kirin, weke Berê Kurdistana Sûriyê jî, ku karibin nivîsa rêkeftinê bixwînin û di nivîsandina wê de beşdar bin, tevî ku soz hatibûn dayîn, ku tevahiya aliyên kurd dê têde beşdar bibin.
Berê Kurdistana Sûriyê
06.04.2025