Daxuyaniya Berê Kurdistana Sûriyê derbarê hewlên dûrxistina tevgera kurd ji piroseya siyasî

Di dema kirîza Sûriyê kûrtir dibe û hewlên lidarxistina kongreyê gotûbêja niştimanî ya Sûrî bêtir dibin, em dibînin çawe komîteya Amadekar ya Kongreyê Gotûbêja Niştimanî ya Sûrî li ser mejiya dûrxistin û veqetandinê karê xwe berdewam dike û pêkhateyên din weke gelê kurd li ber çavan nagire.
Dûrxistina tevgera kurd, weke nûnera rewa ya gelê kurd, ji her piroseyeke siyasî di derbarê Sûriyê de, tenê berdewamiya rêbaza dûrxistinê ye ku herdem gelê kurd ji ber dinale, herwiha hewlek e ji bo biçûkirina doza kurd û rola wê di çêkirina pêşeroja welêt de.
Weke Berê Kurdistana Sûriyê, em dibînin ku her biryarek ji kongreyekê an ji cihekî din derkeve û tevgera kurd dûr bixe û berjewendiyên gelê kurd li Sûriyê li ber çavan negire, ne rewa ne. Berdewamiya vê rêbazê tenê berdewamiya stemê û jinûve çêkirina siyasetên nijadperestî û şovînî ye, ku sedemên sereke bûn ji êşa gelê me heya niha.
Her di vê derbarê de jî, em dibînin ku ne tenê ev dûrxistin ji aliyê Komîteya Amadekar ya Gotûbêja Niştimanî ya Sûrî ye, lê ji aliyên din ên kurd e jî, weke Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS û Partiya Yekîtî ya Demomrat PYD, herdu alî pirsa gotûbêja kurdî-kurdî tenê bi xwe ve girêdane û aliyên din dûr dixînin û qebûl nakin. Ew helwest heman helwesta dûrxistinê ya rêveberiya nû ye li Şamê. Çawe ENKS û PYD daxwaz dikin tevahiya aliyan di piroseya siyasî de cih bigirin di dema ew bi xwe heman siyasetê pêk tînin û hevkatiya rast bi aliyên siyasî re red dikin.
Berê Kurdistana Sûriyê tekez dike, ku dûrxistina tevgera kurd û hewlên piştguhkirina wê, çi ji aliyên sûrî û çi jî ji aliyê hin hêzên kurd ve, berdewamiya rêbaza veqetandin û lawazkirina dengê kurda ye di vê qonaxa çarenûser a ku Sûriyê têrê derbas dibe de.
Her piroseyeke siyasî rola kurdan û tevgera wê dûr bixe û berjewendiyên gelê me li ber çavan negire, qebûl nakin û razî nabin siyasetên piştguhkirin û tinekirinê careke din dubare bibin.
Pêşeroja Sûriyê bi viyanên veqetandinê nabe, lê belê bi rêya hevkariyeke rast ku dan bi tevahiya pêkhateyan bike, di serî de jî gelê kurd.
Berê Kurdistana Sûriyê
20.02.2025

Leave a Reply