Daxuyanî derbarê salvegera 7an a dagirkirina Efrînê

Roja 18ê Adara 2025an 7 sal li ser dagirkirina tirka û gropên bi ser ve ji Herêma Efrînê re derbas dibin. Gelek guhertinên demografî, binpêkirin û tawanên berdewam bi serê xelekê resen ê deverê hatin encamdan. Piştî derbasbûna 7 salan, hîn êşa xelkê Efrînê, ji ber wan siyasetên bi ser de hatine çespandin, berdewam e û ji mafên xwebirêvebirinê û jiyana ewle bêpar mane.
Herwiha piştî ketina rejîma Esed û nemana wan hêzên ku tirka dikir bihane, êdî divê tirk ji nav axa Sûriyê derkevin. Di vê qonaxa nû de tê xwestin, êşên xelkê Efrînê bidawî werin û birêvebirina vê deverê ji aliyê xelkê wê ve were misogerkirin û gropên çekdar ên hîn mayî, ku rojane binpêkirinan dikin, derkevin.
Li aliyekî din jî, droneke artêşa Tirkiyê nîva şevê li gundê Berx Botan a gundewarê Kobanê malbatek armanc kir û heft endamên malbatê bi temamî hatin kuştin. Em serxwesiyê li malbata qurbanî dikin û daxwaz ji Tirkiyê dikin rêzê li Rêkeftina El-Şerih-Ebdî bigire ku têde li ser agirbesta li ser tevahiya axa Sûriyê lihev kiribûn. Berdewambûna van êrîşan binpêkirineke ji wê rêkeftinê re û rewşê aloztir dike û ewlehiya deverê dixe metirsiyan. Divê rêveberiya nû li Şamê bi erkên xwe yên dîrokî di vê derbarê rabe.
Em tekez dikin, ku kirîza Sûriyê nayê çareserkirin bêyî jinûve nivîsandina destûreke nû mafên tevahiya pêkhateyan misoger bike û dan bi mafên gelê kurd li Sûriyê bide, herwiha sîstemeke demokrat û federal ava bike ku dadperwerî û wekheviyê li xwe bigire û wan siyasetên dûrxistinê bidawî bîne ku sedemên êşa xelkê bû di salên borî de.
Berê Kurdistana Sûriyê
17.03.2025

Leave a Reply