Daxuyanî derbarê ragihandina hevbeş a di navbera ENKSê û PYDê de
Berê Kurdistana Sûriyê dibîne ku lihevhatina hevbeş a di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiya Yekîtiya Demoktat (PYD) de tenê lihevhatineke siyasî ye di navbera du aliyên siyasî de û tiştê heta niha hatiye kirin tenê lihevhatinek di navera serkirdeyên herdu aliyan de bû, bêyî ku tu beşdariyeke rasteqîne ji aliyên din yên kurdî di wê lihevhatinê de hebe.
Ev belgeya rêkeftin li ser hatiye kirin hata niha veşartî mabû û heta ji partiyên kurdî yên din re nehatibû pêşkêşkirin, ne ji bo gotûbêj li ser bê kirin, an jî nêrînên xwe li ser bidin, an jî di nivîsandina wê de beşdar bibin.
Ji bo lidarxistina konfiraseke kurdî ya sûrî, divê komîteyeke amadekar ya berfireh ji hemû aliyan siyasî yên kurdî pêk were, û divê bê erkdarkirin hemû pirsên siyasî gotûbêj bike, wek mekanîzmên cîbicîkirina belgeya hevbeş û pêkanîna şandeke hevbeş ku gotûbêjan li gel Şamê bike, herwiha zelalkirina şêweya birêvebirinê li Kurdistana Sûriyê û amadekariyên lidarxistina hilbijartinên demokrat, ku veguhestina desthelatê bi aştiyane were kirin, ew jî bi rêya wan komîteyên ku ji wê konfransê bêne avakirin.
Derengxistina şandina vexwendinan ji aliyên kurdî yên derveyî çarçoveya ENKS û PYD re heta roja îro, tenê ji bo wan aliyan têxin bin guvaşan û weke defakto wan neçar bikin ku beşdar bibin. Tevî ku ti aliyekî din ji derveyî ENKS û PYD di nivîsandina belgeya lihevkirinê de beşdar nebûye.
Mixabin herdu alî berî niha lihev hatine ku di dema ragihandina lihevkirinê de ti gotûbêj li ser ti bendeke lihevhatinê neyê kirin an jî ti guhertinekê têde nekin. Herwiha herdu aliyan jî li ser pêkanîna şanda gotûbêjên bi Şamê re berê lihev kirine, bêyî li aliyên din ên kurdî vegerin. Wate her aliyek di vê ragihandinê de beşdar bibe, karê wî tenê weke dîkor e.
Berê Kurdistana Sûriyê, her weke hejmarek ji aliyên din ên kurd, ji bo beşdarbûna di gotûbêj an standina biryarê de, nehatibû vexwendin, ji ber vê jî ne dûr û ne jî nêzîk îşê me bi vê ragihandinê nîne û ne jî pê pabend dibin. Em dibînin tiştê bûye hema weke lidarxistina Konfransa Gotûbêja Niştimanî ya Sûrî bû, ku di Adarê de li Şamê hatibû lidarxistin û hemû alî têde beşdar nebibûn.
Em wek Berê Kurdistana Sûriyê, her rêkeftinek karibe nakokiyên hêzên siyasî yên kurd bidawî bike, pîroz dikin, lê belê piştgiriyê didin tenê ew însîyatîfên cidî ku ji nerîneke niştimanperwerî ya giştgîr be, ku bingeha wê federalî ji bo Sûriyê û misogerkirina yekîtiya Kurdistana Sûriyê weke herêmeke siyasî ya yekgirtî be.
Berê Kurdistana Sûriyê di vê lihevhatinê de ne ti alî ye û di nivîsandina bendê wê de beşdar nebûye, ji ber vê jî bi encamên wê ne pabend e, herwiha em red dikin di tiştekî wisa de weke şahidê zorê beşdar bibin ku hevkariya rasteqîne ya kurdî ku em ji bo wê xebatê dikin, neke.
Berê Kurdistana Sûriyê
25.04.2025