Daxuyanî derbarê pêkanîna komîta nivîsandina reşpeilka ragihandina destûrî

Desthelata nû li Şamê berdewam e di dûrxistina pêkhateyên Sûriyê de di çêkirina pêşeroja wî welatî de. Herî dawî jî pêkanîna Komîteya nivîsandina reşpeilka ragihandina destûrî ji aliyên serokê desthelata nû ve li Şamê, bêyî ku ti rêkeftin û lihevkirineke siyasî bi aliyên siyasî yên pêkhateyan re were kirin. Ev gav siyasetên dûrxistin û girtina tekane ya destelatê jinûve ava dike û tecrubeya El-Beis dubare dike, lê bi rengekî îslamî.
Ji ber vê komîteyê pirrengiya li Sûriyê li ber çavan negirtiye, wê encamên wê jî ne rewa bin û ji aliyê xelkê ve neyêne qebûlkirin.
Xistina tevahiya desthilatê di destên serokê desthelata nû de, nîşaneke zelal e ji bo jinûve çêkirina sîtemkariyê li bi rengekî îslamî. Çi ji destnîşankirina parlemantoyê û çi jî ji destdanîna giştî li ser çarçoveya yasayî ya qonaxa veguhêz. Nebûna balansê di parvekirina desthelatê de, derfetên avakirina sîstemeke demokrat li ser bingeha hevkariyê têk dide.
Herwiha gotegotên derbarê mercên serokatiya komarê, ku divê misliman be, binpêkirineke ji mafên mirovan re û li dijî pirensîpa hemwelatîbûnê ye ku ew desthelat bi xwe îdîa dike û beşekî ji sûriyan ji wî mafî bêpar dike, ew jî nayê qebûlkirin di dewletekê be rêzê li mafên tevahiya pêkhateyan bigire. Divê Posta serokkomariyê li gorî karîn û şarezayîna birêvebirinê be, ne li gorî pîvanên dînî û netewî be.
Tiştên îro têne kirin, siyaseteke bi rêk û pêk e ji bo dûrxistina pêkhateyan, herwiha çespandina nerîna tekane ti aramiyekê di pêşerojê de çênake. Ji ber vê jî, em bang li hêzên navdewletî û civaka navdewletî dikin, ku guvaşan li ser vê desthelata nû li Şamê bikin û van siyasetan rawestînin, ji bo misogerkirina piroseya destûrî ya giştgîr û li ser bingeha lihevkirina niştimanî û mafên hemwelatîbûnê ya wek hev û rêzgirtina li tevahiya mafên pêkhateyan.
Berê Kurdistana Sûriyê
04.03.2025

Leave a Reply