Daxuyanî derbarê pêkanîna kabîneya hikûmeta veguhêz li Sûriyê

Berê Kurdistana Sûriyê derbarê pêkanîna hikûmeta veguhêz li Sûriyê daxuyaniyek belav kir û got ew hikûmeta pirrengiya li Sûriyê heye, li ber çavan nagire û rewatiya xwe nastîne. Deqeya daxuyaniyê:

 derbarê pêkanîna kabîneya hikûmeta veguhêz li Sûriyê

Xelkê Sûriyê hêvî dikir ketina rejîma Esed, bibe despêka dawiya zordariyê û dewleteke demokrat ya pirreng bê avakirin, lê rêveberiya nû ji despêkê ve, çi ji dema pêkanîna hikûmeta demkî û pişt re kongreyê bi navê gotûbêja niştimanî û çi jî pêkanîna hikûmeta veguhêz, tekez dike ew zordariyeke nû bi rengekî îslamî ava dike û berê xwe nade pêkanîna hevkariyeke niştimanî ya rasteqîne.

Ev hikûmeta nû ne encama lihevhatineke niştimanî bû û pirrengiya netewî li Sûriyê nîşan nade, herwiha nikare rewatiya xwe bistîne heta nûnerên pêkhateyan dûr dixîne, bi taybetî kurdan.

Destnîşankirina kesan di vê hikûmetê de, nayê wateyê ew nûnertiya pêkhateyan dikin. Ti kesek nikare nûnertiya gelekî bike eger pêvajoyeke şêwrê ya demokrat ya rasteqîne neyê meşandin.

Berê Kurdistana Sûriyê tekez dike, ku divê hikûmeta veguhêz ya rasteqîne encama gotûbêjeke niştimanî ya giştgîr be û nûnertîkirineke dadmend ji tevahiya pêkhateyan bike û li ser bingehên demokrasî, pirrengî û hevkariya rast, ev qonaxa nû bê avakirin

Dîsa weke her car, em tekez dikin, ku pêşeroja Sûriyê li ser dûrxistin û tinekirinê nayê avakirin, lê belê bi rêya gotûbêjeke niştimanî, ku bingehên dadmendî û wekheviyê xurt bike û mafên tevahiya sûriyan bê cudahî biparêze. Ji ber vê jî em dibînin sîstema federal ji Sûriyê re baştirîn sîstem e, ku dikare nûnertiya tevahiya pêkhateyan bike û mafên hemûyan biparêze.

Berê Kurdistana Sûriyê

30.03.2025