Daxuyanî derbarê fermana hejmar 121a 2025an de 

Di 23ê hezîrana 2025an de, serokê qonaxa veguhêz li Sûriyê, Ehmed El-Şerih, fermana hejmar 121 derxist, ku Wezareta Dadê erkdar kir, avakirina Komîteya Dadwerî ya ku di madeya 2an a fermana qanûndanînê ya hejmar 56 a sala 2011an de, ku ji aliyê rejîma berê ya bi serokatiya Beşar Esed ve di çarçoveya betalkirina qanûna awarte ya wê demê de hatibû derxistin, ji nû ve ava bike. Li ser bingeha vê fermanê, wezîrê dadê biryarek da ku komîteya dadwerî ava bike, ku ji pênc dadweran pêk tê, ku hemû ji heman baweriya siyasî ne, bê ku nûnertiyek rastîn a pêkhateyên din ên siyasî yên Sûriyeyê hebe

Berî ku komîte ji nû ve were avakirin, divê fermana qanûnî ya 56 a sala 2011an, ku ji hêla Esed ve hatibû derxistin, bihata betalkirin, li şûna ku tenê komîteyek ku endamên wê ji hêla rejîma berê ve hatibê tayînkirin ji nû ve were avakirin. Îro, ev komîte bi tayînkirinek rasterast ji wezîrê dadê, ku di bin serokatiya demkî, Şera de ye, tê ji nû ve avakirin. Ev yek gumanên cidî li ser serxwebûn û bêalîbûna wê derdixe holê, ji ber ku desthilatdariya rastîn di destên serokê dewletê de ye

Ji ber ku desteserkirina milkên qeydkirî û neqeydkirîdi rewşa awarte de ne biryareke dadwerî bû, lê belê biryareke îdarî bû, divê bû komîteyeke îdarî ya taybet ji bo çareserkirina îtîrazan, ne komîteyeke dadwerî. Herwiha ne diyar e ka gelo cîbicîkirina biryarên komîteyê dê dîsa di bin çavdêriya ewlehiyê de be, dema ku biryarên komîteya dadwerî bi erêkirina ofîsa ewlekariya neteweyî ve girêdayî bûn

Ev tedbîr destpêka pêvajoyeke dadwerîya veguhêz temsîl dikin, ku tenê bi vegerandina mafan bo xwediyên wan ên rewa, misogerkirina dadweriyeke serbixwe û dadperwer a bê destwerdana desthilata cîbicîkar, û misogerkirina nunertîya rastîn û hevseng a hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê, bi taybetî gelê Kurd, di her komîte an dezgehên ku têkildarî binpêkirin û neheqiyan re di nav de hebin

Em bang li serokê qonaxa veguhêz li Sûriyeyê, Ehmed El-Şerih, û rayedarên pêwendîdar dikin ku fermana hejmar 121 bi berfirehî ji nû ve binirxînin da ku serxwebûna dadweriyê misoger bikin û nûnertiyek dadperwer di nav dezgehên dadweriyê de pêk bînin, ku ev yek dê bi bandor rê li ser bidestxistina edaleta xwestî bike

Berê Kurdistana Sûriyê

7.7.2025