Daxuyanî derbarê encamên Kongreyê Gotûbêja Niştimanî ya Sûrî

Berê Kurdistana Sûriyê agahdarî encamên Kongreyê Gotûbêja Niştimanî ya Sûrî bû û dibîne ew ti carî hêviyên gelê Kurd nîşan nade, lê belê jinûve çêkirina sîstema navendî ye lê bi rengekî nû, bêyî pabendbûneke rasteqîne bi pirensîpên dadperweriyê û danasîna bi mafên rewa yên tevahiya pêkhateyan li Sûriyê.
Ya balkêş jî, di benda yekê de behsa „ parastina yekbûna Komara Erebî ya Sûrî û qebûlnekirina her rengê dabeşkirin û perçebûnê „ dike û rijdbûna li ser binavkirina Sûriyê bi erebî, ku jê tê fêmkirin ku mebesta wan kurd in. Her dema kurd daxwaza mafên xwe bikin bi bihaneyên perçekirina welêt têne tohmetbarkirin. Wate Tinekirin û piştguhkirina hebûn û mafên gelê Kurd weke diwem mestirîn netew li Sûriyê, tevî ku ew berdewam daxwaza avakirina Sûriyak demokrat û pirreng dikin ku rêzê li mafên tevahiya pêkhateyan bigire.
Ev hîn ji bilî bidûrxistina nûnerên rasteqîne ji beşdarbûna di kongreyê de û amadekirina wî weke hevparên rasteqîne li welatî.
Li aliyekî din jî, ti pabendbûneke zelal bi pirensîpên naskirî yên navdewletî ji bo çareserkirina kirîzan û dadperweriya veguhêz nebûye. Dadweriya veguhêz tenê bi tawanên rejîmê ve girêdidin bêyî behsa tawanên ku gropên çekdar ên girêdayî Tirkiyê li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî encam dane, bikin.
Em weke Berê Kurdistana Sûriyê, encamên vî kongreyî qebûl nakin û ti îşê me jî, ne dûr û ne jî nêzîk, pêve nîne. Herwiha em her hewleke jinûve avakirina sîstema navendî ku kurdan û pêkhateyên din dûr bixe û danasînê bi mafên kurdan neke, qebûl nakin. Ti çare li Sûriyê bi rêya jinûve avakirina sîstema navendî nayê dîtin, lê belê tenê bi rêya sîstemeke demokrat û federal, ku mafên tevahiya pêkhateyan bêyî cudahî biparêze.
Careke din, em bang li partî û aliyên kurd ( di nav de jî ENKS û PYD) dikin dersan ji encamên vî kongreyî bigrin, ku bi ti awayî behsa kurdan û mafên wan nekir û ew piştguh kirin. Ji ber vê jî, divê di zûtirîn dem de aliyên kurd li hev bicivin û nerîneke siyasî ya hevbeş derkeve, ku daxwazên rewa yên gelê kurd li Sûriyê li ber çavan bigire û beşdariya wan di her piroseyeke siyasî di pêşerojê de misoger bike.
Berê Kurdistana Sûriyê
26.02.2025

Leave a Reply