Daxuyanî derbarê destnîşankirina El-Şerih weke serokê Sûriyê

Em van pêşhatên siyasî yên dawî li Sûriyê dişopînin, bi taybetî şêweya destnîşankirina Ehmed El-Şerih weke serokê Sûriyê ji bo qonaxa veguhêz, bêyî ku ji aliyê yasayî û destûrî ve ti bingeheke wê hebe. Beşdarbûna gropên çekdar têde, bi taybetî ew gropên ku tawanên li dijî mirovahiyê derheqê gelê kurd, li wan deverên di bin kontrola wan de encam dane, weke Sultan Silêman Şah, Hemzat û Ehrar Şerqiyê, metirsiyên me bêtir dikin ku tiştê bûyî ne ji bo avakirina Sûriya nû û ya demokrat e. Tiştê bûye weke civateke encûmeneke leşkerî be û El-Şerih weke hakimê leşkerî destnîşan kiribe.
Diviyabû destpêkê kongreyê diyaloga sûrî ya giştî hatiba lidarxistin û encûmeneke hukmê ya veguhêz hatiba avakirin, piştre kesekî sîvîl bi awayekî demkî weke serokê welatî hatiba destnîşankirin, heta hilbijartinên demokrat bêne lidarxistin. Lê ev lez û bezê bûye metirsiyan bêtir dikin, ku Sûriyê ber bi hukma leşkerî ve biçe. Wate ji zordariyekê biçin zordariyeke dî.
Kiryarên El-Şerih di warê pratîkê de heya niha tekez dikin, ku ew pêkhateyên dî dûr dixîne û piştguh dike, çi ji hikûmeta ku wî çêkiriye û çi jî ji kongreyê diyaloga niştimanî, ku nûnerên rasteqîn yên pêkhateyan dûr dixîne. Em dibînin ev tiştekî sîstematîk û gelekî metirsîdar e ji qonaxa werê re li Sûriyê.
Em di Berê Kurdistana Sûriyê de dibînin, ku her qonaxeke siyasî ya veguhêz divê giştî be û di bin çavdêriya navdewletî be û li ser bingeha rêzgirtin li mafên tevahiya pêkhateyan be, ku dadmendî û demokrasî cihgir bin. Li vir jî em bang li civaka navdewletî û hêzên aktîv de Sûriyê dikin, ku guvaşan ji bo proseyeke siyasî ya rast bikin ji bo mafên tevahiya pêkhateyan di Sûriya nû de werin parastin.
Berê Kurdistana Sûriyê
30.01.2025

Leave a Reply