Di hevpeyvîneke televîzyonî ya bi kanala Rûdaw re ku di 03.11.2025an de hat weşandin, birêz Mihemed Senkerî, Rêveberê Karûbarên Siyasî yê Rêveberiya Herêma Efrînê, zimanê Kurdî wekî “zimanekî biyanî” binav kir, mîna Tirkî, Frensî, an Îngilîzî.
Berê Kurdistana Sûriyê vê daxuyaniyê şermezar dike û wê wekî heqaretek li gelê Kurd û tinekirina dîroka wî ya kevnar dibîne, û zirarê dide jiyana hevbeş û aştiya civakî.
Binavkirina zimanê Kurdî wekî zimanekî biyanî ji aliyê berpirsên desthilatê ve li herêmeke Kurdî mîna Efrînê, tinekirina nasnameya wê ya dîrokî nîşan dide. Ma ev kes qebûl dikin ku erebî li Dêra Zor û Reqayê wekî zimanekî biyanî bê naskirin? Zimanê Kurdî li Efrînê û hemû Kurdistana Sûriyê beşekî bingehîn ji nasnameya axê ye, çawa ku Erebî li herêmên xwe ye.
Berê Kurdistana Sûriyê tekez dike, ku ji birêz Senkerî tê xwestin bi fermî daxwaza lêborînê li ser daxuyaniya xwe bike, û pêwîst e ku ew ji posta xwe bê dûrxistin û kesek ji dêlva wî ji xelkê herêmê bê hilbijartin. Eger birêz Senkerî Kurdî wek zimanekî biyanî dibîne, wê demê Erebî jî – ji aliyê Kurdan ve – wekî wisa tê hesibandin.
Berê Kurdistana Sûriyê tekez dike, ku daxuyaniyên bi vî rengî ji berpirsên hikûmî ne cara yekem in, belkî li ser piraniya daxuyaniyên derbarê doza Kurdî de serdest bûne, û hemû jî di çarçoveya tinekirina hebûna gelê Kurd û mafên wî de ne, ev jî hewce dike ku Tevgera Kurdî bi hemû partiyên xwe li alternatîfeke guncaw bigere, eger desthilat di siyasetên xwe yên li hember Kurdan de berdewam bike û mafên gelê Kurdistana Sûriyê li gor Yasaya Navdewletî û Peymana Neteweyên Yekbûyî, red bike.
Berê Kurdistana Sûriyê
04 / 11 / 2025
