Berê Kurdistanê banga avakirina nerîneke hevbeş dike

Berê Kurdistana Sûriyê di derbarê salvegera dehemîn a rizgarkirina devera Kobanê de daxuyaniyek belav kir û têde bang li aliyên siyasî yên Kurd kir nakokiyan deynin aliyekî û li ser nerîneke siyasî ya hevbeş lihev bikin

Deqeya daxuyaniyê

Daxuyanî derbarê salvegera rizgarkirina Kobanê

Di salvegera dehemîn a rizgarkirina Kobanê de ji destên terorîstên DAIŞê, ku bi beşdarbûna hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistana Iraqê û bi piştgiriya xurt a hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê, ku roleke wê ya sereke di vê destkeftiyê hebû, em vê rojê bi bîr tînin û banga yekrêziya partiyên kurd li Kurdistana Sûriyê dikin, ku li ser helwest û nerîneke siyasî lihev bikin, i taybetî di vê dema nû de piştî ketina rejîma Sûriyê

Tevî vê serkeftinê û rizgarkirina Kobanê, lê mixabin rêveberina wî bajarî disa kete destên PYD ku bê şer jê vedikşiya. Divîyabû hilbijartinên demokrat hatibana lidarxistin, ne tenê li Kobanê, lê li seranserî Kurdistana Sûriyê û rêveberiyeke nû hatiba çêkirin û nûnertiya wî xelkî bikira û derbider jî vegeryabana, lê siyasetên şaş bûne asteng û PYD desthilat bi dest xwe ve anî

Dîsa em bang li tevahiya aliyên kurd dikin, ku nakokiyan deynin aliyekî û kar ji bo yekxistina helwesta siyasî bikin. Em di wê baweriyê de, ku nerîneke siyasî ya hevbeş û garantîkirina nûnertiya rasteqîn ji bo berjewendiyên gelê Kurdistanê, dûrî siyasetên tekalî, take rê ye ji bo bidestxistina daxwazên gelê me bi azadî û rûmetê

Berê Kurdistana Sûriyê

28.01.2025