Ragihandin
Di çarçoveya gera siyasî li Kurdistana Sûriyê, Serokê Bereya Kurdistana Sûriyê û Serokê Şepêla Azadî ya Kurdistanî Siyamend Haco û şanda pêre ku ji Dîdar Mîro û Horan Hem pêk tê, serdana çend partiyên siyasî li Qamişlo kirin ku di şanda kurdî de ya ku dê biçe Şamê, endam in. Şanda Bereya Kurdistanê serdana her yek ji Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê kir, ku ji aliyê sekreterê wê, serokê ENKS û Hevserokê şanda Kurdî Mihemed Îsmaîl û hejmarek ji serkirdeyên partiyê ve hate pêşwazîkirin, herwiha Partiya Pêşverû ya Demokrat a Kurd li Sûriyê ku ji aliyê sekreterê wê ve Dr. Selah Derwêş û hejmarek ji serkirdeyên partiyê ve hate pêşwazîkirin, herwiha Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El-Partî) ku ji aliyê sekreterê wê Nesredîn Brahîm û hejmarek serkirdeyên partiyê ve hate pêşwazîkirin
Di wan hevdîtinan de, şanda Bereya Kurdistana Sûriyê amadebûna xwe ji alîkariya şanda Kurdî da nîşan û tekez kir, ku komîteyeke şêwirmend bê avakirin. Herwiha şande tekez kir, ku divê endamên şanda Kurdî di daxuyaniyên xwe de û hevdîtinên bi Şamê re hevnerîn bi ji daxwazên konfransê hevbeş neyên xwar, bi taybetî ku Kurdistana Sûriyê herêmeke yekgirtî be di çarçoveya sîstemeke federal di Sûriya pêşerojê de
Ofîsa Ragihandinê
Bereya Kurdistana Sûriyê
11.06.2025