Berê Kurdistana Sûriyê: Ragihandina Destûrî jinûve avakirina sîstema navendî û sitemkariyê ye

Berê Kurdistana Sûriyê di derbarê ragihandina Destûrî de daxuyaniyek belav kir, û têde daxwaz ji hêzên demkorat li tevahiya Sûriyê kir dengên xwe li hemberê wê ragihandinê hildin. Deqeya Ragihandina Berê Kurdistana Sûriyê:

Daxuyanî derbarê Ragihandina Destûrî

Ragihandina Destûrî ya ku îro li Şamê hatiye ragihandin, ti destpêkeke rasteqîne ji bo avakirina dewleteke demokrat û nenavendî nîne, tenê sîstema navendî ya dûrxistinê çêdike, ku ew sîstem bibû sedema kirîzan li Sûriyê. Tevî ku ragihandin hewl dide pirensîpa hemwelatîbûnê diyar bike, lê di hundirê wê de cudaperestiya sîstematîk eşkere dike, ku rijd e li ser ereb-bûna dewleta sûrî û pirengiya netewî û olî piştguh dike. Wate, berdewambûna siyasetên tinekirina mafên kurdan û pêkhateyên din.

Ev ragihandina Destûrî, desthelatên serokomarî fireh û bê sînor dike û giraniya hêza siyasî dixe destên wî. Ev yek jî li dijî pirensîpên demokrasî û cudakirina rasteqîne ya desthelatê ye. Herwiha binavkirina olê serokomarî binpêkirinek e ji pirensîpa hemwelatîbûnê û rê li ber tinekirin û cudaperetiyê li dijî ne mislimanan vedike.

Herwiha, bi ti awayî behsa mafên netewî yên kurdan û pêkhateyên din nehatiye kirin, ku ew jî berdewambûna sîstema dûrxistinê ye dema danasînê bi mafên civakî û zimanî yên pêkhateyan nake. Heman tişt jî di derbarê wekheviya giştî di navbera jin û mêran de di maf û erkan de, ku nehatyie kirin.

Em bang li hêzên demokrat li Sûriyê dikin, dengên xwe hildin û li dijî vê ragihandinê derkevin, bi taybetî Hêzên Sûriya Demokrat (QSD) ku beriya çend rojan bi serokê rêveberiya nû re li Şamê rêkeftin îmze kiribû, û divê helwesta xwe nîşan bide ku dê bi wê rêkeftinê pabend be piştî ragihandina Ragihandina Destûrî yan na.

Her piroseyeke destûrî pirengiya netewî û olî û sîstemeke demkorat û nenavendî li Sûriyê li ber çavan negire, dê tenê jinûve avakirina sîstema navendî ya zordar be. Sûriya nû nabe li ser tinekirin û sitemkariyê ava bibe, lê belê divê li ser bingeha girêbesteke civakî, ku mafên tevahiya pêkhateyan biparêze û nerînên wan ji bo azadî, dadperwerî û hevkariya rasteqîne nîşan bide.

Berê Kurdistana Sûriyê

13.03.2025