Berê Kurdistana Sûriyê di derbarê daxuyaniya dawî ya fermandarê Desteya Tehrîr El-Şam, Ehmed El-Şerih de daxuyaniyek belav kir û got ew pêşwaziya wê helwestê dike
Berê Kurdistana Sûriyê di daxuyaniya xwe de got, ku ew helwest nîşanên erênî ne di rêya rast de, lê tekez kir, ku divê ew helwest di warê praktîkî de were bicihkirin
Deqeya daxuyaniyê
Daxuyaniyek ji Berê Kurdistana Sûriyê
Berê Kurdistana Sûriyê pêşwaziya helwesta fermandarê Desteya Tehrîr El-Şam, Ehmed El-Şerih, ya di derbarê doza kurd û sitema li ser gelê kurd di serdema desthelata El-Beis de hatiye, dike. Herwiha gotinên wî di derbarê vegera debiderên Efrînê bilind dinirxîne. Daxuyaniya El-Şehrih gaveke girîng e di rêya rast de û danpêdaneke zelal e bi rewatiya doza kurd û mafên gelê Kurdistana Sûriyê
Em weke Berê Kurdistana Sûriyê vê helwestê weke despêkeke girîng dibînin û divê di warê praltîkî de jî were bicihkirin, ku têde mafên gelê kurd di destûra Sûriya Nû de werin çespandin, bi ku taybetî kurd netewa diwê ne li Sûriyê, herwiha divê di heman demê de jî heman mafên ji ereban re hene divê ji kurdan re jî hebin, ligel danpêdana bi nasnameya niştimanî û siyasî yên kurdan di Sûriyê de
Em li ser taybetmendiya çandî û netewî ya gelê kurd di hundir Sûriyak pirreng, demokrat û li ser nenavendiyeke siyasî tekez dikin, ku kurd têde mafên xwe yên siyasî, civakî û çandî li gorî peymanên navdewletî bidest bixin
Danpêdana bi mafên gelê kurd weke pêkhateyeke sereke li Sûriyê û gerentîkirina beşdarkirina giştî di avakirina pêşeroja Sûriyê de mereceke sereke ye ji bo dadperwerî, aştiyê û aramiya berdewam li Sûriyê
Bereya Kurdistana Sûriyê
15.12.2024