Roja çarşemê 16.04.2025, Berê Kurdistana Sûriyê, nemayake pîrozbahiyê belav kir, û tekez kir ku mafên wan û çanda wan bêne parastin û ewle her kes vegere cihê xwe û êşa wan bi dawî were
Eve deqê wê daxuyaniyê
Pîrozbaiya Sersala Êzdiya
Bi hatina Sersala Êzdiyan ” Çarşema Sor”, bi navê Berê Kurdistana Sûriyê, pirozbahiyeke germ e pêşkêşî Êzdiyên Kurdistanê û cîhanê tevde dikin
Ev cejn dîrokeke pir kûr û dirêj û girêdaneke çandî û olî ya gelê kurd e
Bi hilkefta vê cejnê, piştgiriya xwe ji Êzdiyan re radigihînin ku mafên wan û çanda wan bêne parastin û ewle her kes vegere cihê xwe û êşa wan bi dawî were
Sersala we pîroz be
Sersala kurdan û tevahiya Êzdiyan pîroz be
Berê Kurdistana Sûriyê
16.04.2025