Berê Kurdistana Sûriyê li Şamê bi şanderê Alman re civiya

Ofîsa peywendiyên derve ya Berê Kurdistana Sûriyê ragihand ku îro li Şamê Paytext hevdîtinek bi Şanderê Alman yê taybet ji bo Sûriyê hevdîtin pêk anî û behsa metirsiyên piştguhkirina Kurdan li Sûriyê ji aliyê rêveberiya nû ya li Şamê hate kirin. Deqeya ragihandinê

Ragihandin

Ofîsa peywendiyên derve ya Berê Kurdistana Sûriyê îro roja pêncşemê di 09.01.2025an de hevdîtinek bi şanderê Alman yê taybet ji bo Sûriyê Stefan Schneck li Şama Paytext pêk anî

Şand ji her yek ji Siyamend Haco Serokê Şepêla Azadî ya Kurdistanê û Serokê Ofîsa peywendiyên derve ya Berê Kurdistana Sûriyê, û her yek ji Muslih Mihemed endamê Ofîsê li Şamê û Comerd Hemdoş berpirsê ragihandinê ya Berê Kurdistana Sûriyê pêk hat

Di despêkê de şandê Berê Kurdistana Sûriyê da nasîn û serdemên ragihandin û daxwazên wê yên sîyasî zelal kirin, herwiha behsa rewşa siyasî ya nû li Sûriyê û metirsiyên piştguhkirina Kurdan li Sûriyê ji aliyê rêveberiya nû li şamê hate kirin

Di dawiyê de jî herdu aliyan li ser berdewamkirina pêwendiyan tekez kirin. Herwiha şanda Berê Kurdistana Sûriyê dê çend hevdîtinên siyasî bi aliyên din re jê pêk bîne

Ofîsa peywendiyên derve ya Berê Kurdistana Sûriyê

Şam

09.01.2024