Berê Kurdistana Sûriyê hate ragihandin

Li bakurê Almanya li eyaleta Niedersachsen, hejmarek partî û rêxistinên civaka sivîl kom bûn û “Berê Kurdistana Sûriyê” ragihandin ku ev berê Kurdistanî daxwaza sîstemeke federal û demokrat ji bo Sûriyê dike ku Kurdistana Sûriyê herêmeke yekgirtî be. Partiyên îmze kirine ev in: Şepêla Azadî ya Kurdiatanî, Tevgera Kurdayetiyê li Sûriyê, Tevgera Aştiya Niştimanî ya Kurd li Sûriyê û Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El-Partî), rêxistinên civaka sîvîl jî ev in: Navenda Reşîd Hemo ya Çandê û Navenda Yasna ya belavkirina felsefeya zerdeştî

Deqeya daxuyaniyê

Daxuyaniya Ragihandina Berê Kurdistana Sûriyê

Di vê roja dîrokî ku gelê Sûriyê rûpeleke ji sîtemkarî û zordariyê quluband û rejîma Esed ku asteng bû li pêş azadî û rûmetê bû, îro ket. Li xelkê Sûriyê bi giştî û bi tevahiya pêkhateyên wê, pîroz dikin. Em hêvî dikin ev guhertin bibe destpêkeke nû ji bo avakirina Sûriya Azad, demokrat û pirreng, ku têde mafê tevahiya pêkhateyan, bêyî cudayî, were parastin

 Em îro Berê Kurdistana Sûriyê bi fermî radighînin weke hevpeymaniyekê ku partiyên siyasî û rêxistinên civaka sîvîl li xwe digire. Ew jî li ser bingeha hevdîtinên siyasî yên hevbeş ku di encama wê de peymana kurdî ya hevbeş di derbarê Sûriyê de li Viyêna hatibû derxistin

 

Armanca Berê Kurdistana Sûriyê ew e, ku Sûriye bibe welatekî federal û demokrat, li ser bingeha dadperwerî û wekheviyê di navbera pêkhateyên wê de. Herwiha avakirina Herêma Kurdistana Sûriyê ya yekgirtî, li gorî mafên wê yên destûrî di hindir Sûriyê de. Berê Kurdistana Sûriyê hewl dide danasîna bi mafên tevahiya pêkhateyên Kurdistana Sûriyê biçespîne û nasnameyên wan ên çandî, dîrokî û civakî biparêze

Berê Kurdistana Sûriyê dibîne, ku divê kesayetiya Kurdê Sûriyê weke bingeheke sereke di her pirojeyeke siyasî de cih bigire, ji ber vê jî avakirina vê berê siyasî tê wateya tijîkirina valahiya siyasî ku aliyên siyasî yên din çêkirine û nikarîbûn heya niha hêvî û berjewendiyên gelê Kurdistana Sûriyê weke tê xwestin pêk bînin

Berê Kurdistana Sûriyê pabend e bi aliyên opozisyona sûrî ya nerm re bixebite, ku baweriya wan bi demokrasî heye û dan bi mafên gelê Kurdistana Sûriyê dikin, dûrî siyasetên tinekirin û dûrxistinê da ku hevkariyeke niştimanî li ser bingeha rêzlêgirtin û dadperweriyê bê avakirin. Herwiha Berê kurdistana Sûriyê hewl dide du-aliya siyasî nehêle, ku bûye asteng li pêş karê siyasî li Kurdistana Sûriyê û çêkirina atmosfêreke siyasî ya giştî û serbixwe

 

 

Berê Kurdistana Sûriyê li ser van bingehên sereke di her lihevkirineke siyasî de tekez dike, ew jî ev in

 

1-

Avakirina sîstemeke demokrat li ser bingeha  yasa û mafên mirovan.

 

2-

Parastina mafên çandî û netewî yên tevahiya pêkhateyan

3-

Çespandina sîstema federal ku desthelat di navbera herêm û navendê de were dabeşkirin

4-

Çavdêriya civakî û xurtkirina dadperweriya civakî

Em di Berê Kurdistana Sûriyê de pabend in li gel tevahiya aliyên niştimanî û navdewletî kar bikin û berdewam bikin, ji bo avakirina pêşerojeke geş ji bo gelê Kurdistana Sûriyê û tevahiya sûriyan, ku di vê pêşerojê de Aştî, Azadî û wekhevî pêk were

Berê kurdistana Sûriyê tekez dike, ku deriyên wê ji her aliyeke siyas, rêxistineke civaka sîvîl û kesayetiyên serbixwe re, ku bernameya wê ya siyasî qebûl dikin, vekirî ne

Li gorî peyrewa navxwe jî, Sekreterê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê(El-Partî) Evdo Hebeş ji bo dewra yekê ji bo şeş mehan bû Serokê Berê Kurdistana Sûriyê. Piştre Desteya serokatiyê civata xwe yekemîn lidar xist û têde berpirsên ofîsan hatin destnîşankirin, ku di demeke nêzîk de wê Ofîs û navên endamên wan bêne ragihandin

Berê Kurdistana Sûriyê

08.12.2024