Berê Kurdistana Sûriyê derbarê daxuyaniya serokê rêveberiya nû li Şamê daxuyaniyek belav kir û têde tekez kir, mafên gelê Kurd xêzên sor in,
.deqeya daxuyaniyê
Daxuyanî ji bo raya giştî
Berê Kurdistana Sûriyê daxuyaniya serokê rêveberiya nû li Sûriyê red dike, ku gotibû federalî metirsiyê li ser yekîtiya welêt çêdike û kurd tuhmetbar kiribûn bi hewlên çêkirina guhertina demografî û gefan li ser serweriya niştimanî. Em dibînin ev mejî heman mejiya rejîma berê ye ku hevkarên welêt dûr dixistin û weke pirseke ewlehî li doza kurd dinêrî
Kurd, weke her pêkhateyên din li Sûriyê, li gorî yasaya navdewletî xwedî mafên netewî û siyasî ne û ti carî dest jê nayê berdan û ne jî bazar li ser tê kirin û weke xêzên sor in nabe ti carî derbas bikin. Nayê qebûlkirin kurd bi hewlên çêkirina guhertina demografî bêne tohmetbarkirin ji ber daxwaza sîstema federalî, di dema ku kurd bi xwe, di wan dehsalên derbasbûyî de, bibûn qurbaniyên wan siyasetan
Em tekez dikin, federalî nabe gef an sedema perçekirina welêt, lê belê ew sîstema herî guncaw e ji Sûriya nû re a li ser bingeha pirrengî, demokrasî, rêzgirtina li tevahiya mafên pêkhateyan, misogerkirina serweriya yasa û bicihanîna dadmendiya veguhêz. Tecrubeyan piştrast kirine, welatên federal perçe nebûne, lê belê welatên navendî perçebûne
Em bang li ENKS, PYD û QSD (aliyên konfransê hevbeş) dikin bêdeng nemînin û helwesteke zelal û cidî li hember daxuyaniya serokê rêveberiya Sûriyê bistînin, herwiha berevaniyê li ber federalî ji bo Sûriyê bikin, ku Kurdistana Sûriyê têde herêmeke yekgirtî be
Di heman demê de jî, em hişyariyê derbarê liv û tevgera derdora bendava Tişrînê didin û weke guvaşekê li dijî kurdan dibînin, ku bi zorê siyasetên xwe bi cih bînin ji bilî standina rêya diyalogê. Gefên li ser aştiya civakî û hewlên ferzkirina defaktoyekê bi bikaranîna hêza leşkerî bê feyde ye û tenê kirîzê kûrtir dike û siyasetên rejîma Esed dibare dike
Em weke Berê Kurdistana Sûriyê, bang li serokê Rêveberiya Nû li Şamê dikin dest ji wan gefan berde û banga lidarxistina diyalogeke niştimanî ya giştgîr bike, ku tevahiya pêkhateyan cihê xwe têde bigirin, da ku bi hev re pêşeroja welêt gotûbêj bikin bi awayekî mafên tevahiya sûriyan têde bêne parastin
Berê Kurdistana Sûriyê
29.04.2025