Berê Kurdistana Sûriyê derbarê nameya Ocalan ragihandinekê belav dike

Berê Kurdistana Sûriyê di derbarê nameya rêberê PKK Ebdela Ocalan ji bo piroseya aştiyê li Tirkiyê ragihandinek belav kir û têde got dem hatiye çekdarên PKK ji Kurdistana Sûriyê derkevin û aliyên siyasî yên Kurd lihev bicivin

Deqeya ragihandinê

Ragihandinek derbarê peyama birêz Ebdela Ocalan

Di wan pêşhate û helwestên nû li Kurdistana Tirkiyê ku çêbûne de, em weke Berê Kurdistana Sûriyê tekez dikin, ku rêzê li vîna gelê me li Kurdistana Tirkiyê û biryarên wî yên siyasî digirin, herwiha ji mafên wan hêzên kurd e her çi biryareke pêwîst ji bi pêşerojê bibînin, bistînin û erkek e li ser milê me tevahiyan rêzê lê bigirin bêyî destêwerdanê têde bikin.

Li vê derê jî, em tekez dikin, ku piştî nameya Ocalan, derketina PKK ji Kurdistana Sûriyê girîng û jê nerevîn e. Hebûna wan a leşkerî barê li ser milê me zêde kir û astengî jî çêkirin. Kurdistana Sûriyê ne meydaneke tevliheviya ye ji aliyên derve re û ji mafê gelê me ye biryaran bêyî ferzkirina ti berjewendiyan bi tena xwe bistîne.

Em dixwazin ku PYD û QSD li siyasetên xwe û li pêwendiyên xwe yên navxweyî û derveyî vegerin, ew jî li ser bingeha rast ku ew kurdên Sûriyê ne û nûnertiya berjewendiyên ji derve ve nakin. Berjewendiya bilind a gelê Kurdistana Sûriyê dixwaze biryara me serbixwe be û pirojeya siyasî li ser bingeha nasnameya niştimanî û mafên rewa bê avakirin.

Em weke Berê Kurdistana Sûriyê, bang li tevahiya aliyên kurd dikin zû lihev bicivin û li ser nerîneke siyasî ya hevbeş lihev bikin, ku nûnertiya berjewendiyên gelê me bike, dûrî hisabê li dijî doza me. Lihevkirina kurdî-kurdî take çareya rûbirûbûna astengiyên çarenûser e û misogera rasteqîne ye ji bo mafên gelê me û pêşeroja wî di Sûriya nû de.

Berê Kurdistana Sûriyê

27.02.2025