Berê Kurdistana Sûriyê bi PDK-S re dicive

Şanda Berê Kurdistana Sûriyê li Bajarê Qamişlo serdana bargeha Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye PDK-S kir û ligel berpirsên wê civiya.
Şanda Berê pêk hatibû ji her yek ji Serokê Berê û Sekreterê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El-Partî) û endamên pêre Ebdilxenî Eco, Mihemed Sedîq Brahîm û Rizgar Silo. Ji aliyê din jî her yek ji Sekreterê PDK-S û Serokê ENKS Mihemed Ismaîl û Endamê Polîtbîro Dr. Lezgîn Fexrî û herdu Endamên Komîta Navendî Nafih Ebdela û Hesen Remzî.
Herdu aliyan behsa rewşa siyasî li Sûriyê bi giştî û Kurdistana Sûriyê bi taybetî kirin û li ser xurtkirina gotûbêjên kurdî-kurdî bi beşdarbûna tevahiya aliyan tekez kirin. Herwiha herduyan behsa rola Serok Mesûd Barzanî û hewlên fransî û emrîkî di piştgiriya gotûbêjên kurdî-kurdî de kirin, ku divê bêne bikar anîn ji bo xurtkirina rola tevgera kurd û nerîna wê di derbarê Sûriya nû de.
Berê Kurdistana Sûriyê û PDK-S tekez kirin, ku divê şandeke kurdî ya hevbeş li ser bingeha nerîneke siyasî ya hevbeş û li gorî berjewendiyên gelê kurd li Sûriyê, bê avakirin û dûrî gotara bidûrxistinê û neheziyê, ku ev derfeta dîrokî ji bo xurtkirina doza kurd bê bikar anîn.
Ofîsa Ragihandinê ya Berê Kurdistana Sûriyê
02.02.2025

Leave a Reply