Şanda Berê Kurdistana Sûriyê li Bajarê Qamişlo serdana bargeha Partiya Nûjen a Kurdistanê – Sûriyê re kir. Di civînê de behsa yekxistina nerîn û helwestên aliyên kurd hate kirin, herwiha herdu aliyan tekez kirin, ku divê nerîneke siyasî ya hevbeş, ku nûnertiya berjewendiyên gelê me bike, bê avakirin û şandeke kurd a hevbeş jî were pêkanîn, ku karibe bi rêveberiya nû re li Şamê danûstandinan bike.
Şanda Berê Kurdistana Sûriyê pêk hatibû ji her yek ji Serokê Berê û Sekreterê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El-Partî) Ebdilrehman Hebeş, Ebdilxenî Eco, Mihemed Sedîq Brahîm û Rizgar Silo. Şanda Berê hatibû pêşwazîkirin ji aliyê her yek ji: Serokê Encûmena Giştî yê partiyê Silêman Hisên, Dr. Xalid Dawûd berpirsê ofîsa pêwendiyên Giştî, xatûn Diyana Fayiq berpirsa karûbarê jinan di partiyê de û xatûn Ranya Memdûh berpirsa ofîsa Qamişlo ya partiyê.
Ofîsa Ragihandinê ya.
Berê Kurdistana Sûriyê
01.02.2025