Berê Kurdistana Sûriyê bang li QSD kir, ku doseya girtiyên siyasî bigire û çekdarên PKKê ji Kurdistana Sûriyê derkevin û Rêxistina Ciwanên Şoreşgir jî nemîne
Deqeya Daxuyaniyê
Bangek ji Berê Kurdistana Sûriyê ji QSDê re
Di vê dema hestiyar û çarenûser de, ku Kurdistana Sûriyê têre derbas dibe , bi taybetî piştî ketina rejîma Esed û gavên ji bo avakirina sîstemeke siyasî ya nû, Berê Kurdistana Sûriyê bang li QSDê dike û daxwaz dike gavên praktîkî pêş ve bavêje weke van pirsên çarenûser û hestiyar
1- Girtiyên kurd di zindanan de nemînin û doseya kesên revandî nemîne û yên windakirî jî çarenivîsa wan bê diyar kirin, herwiha divê QSDê bi fermî daxwaza lêborînê bike û wan girtiyan ji ber girtin û eşkencekirinê qerebû bike
2- Doseya revandina zarokên kêm 18 saliyê, ku ji bo leşkeriyê hatibûn revandin, nemîne û hemû jî vegerin nav malbatên xwe û xwendina xwe
3-Rêbazên xwendinê divê careke din di ser re herin û yeke nû bê dayîn, ku li gorî prensîpên mafên mirovan û rêzgirtina li mafên zarokan û demokrasiyê be
4- Divê Rêxistina Ciwanên Şoreşger nemîne, ji ber wê gelek zarok ji bo leşkeriyê revandine û destekek bû li dijî aliyên siyasî yên dijberî desthelatên Defakto li Kurdistana Sûriyê, bi taybetî ew rêxistin roleke wê ya nerînê hebû û li dijî pensîp û nirxên civakê diliviya
5- Divê çekdarên PKKê demildest ji Kurdistana Sûriyê derkevin, ji ber ku roleke wan ya nerênî hebû û heye, û ziyan gihandin Kurdistana Sûriyê, herwiha da ku hebûna wan çekdaran nebe bihaneyek ji bo destêwerdaneke ji derve ve li dijî Kurdistana Sûriyê
6- Pabendbûna bi federaliyê weke baştirîn şêwe ji bo sîstema nû ya Sûriya nû û bidestxistina mafên gelê me di hundir Kurdistana Spriyê ya yekgirtî de
7- Divê QSDê bibe hêzeke kurdên Sûriyê ya niştimanî û bi Pêşmergeyên Roj re bi pilaneke darijî bibin yek, ku karibin artêşeke yekgirtî ji bo parastina Kurdistana Sûriyê
Em di Berê Kurdistana Sûriyê de, dibînin ku bicihanîna van bendên jorîn, ji tiştên herî sereke ne ji bo parastina devera me, ku niha rastî metirsiyên şer û destêwerdanên ji derve ve tê, herwiha ji bo parastina sîvîlan û dûrxistina şerî û pêkanîna şandeke siyasî ya hevbeş ku nûnertiya berjewendiyên gelê me bi danûstandinên bi Şamê re bike, bi taybetî di derbarê pirsên çarenûser û sîstema siyasî ya nû li Sûriyê
Berê Kurdistana Sûriyê
24.12.2024