Berê Kurdistana Sûriyê destpêşxeriyeke siyasî ji bo lihevkomkirina partî û aliyên siyasî li Kurdistana Sûriyê ragihand, ku têde hemû alî li ser helwesta siyasî lihev bikin ku karibin şandeke yekgirtî rêkin Şamê
deqeya daxuyaniyê
Ji bo yekxistina helwestê û nûnertiya hevbeş
ji bo pêşeroj û berjewendiya gelê me, Berê Kurdistana Sûriyê destpêşxeriyeke siyasî radighîne ji bo têgihiştina li ser rêkeftina siyasî ya hevbeş di navbera alî û partiyên siyasî de û nûnertîkirina rast ya gelê me. Ji ber vê jî em tekez dikin ku ev qunax avêtina gavên praltîkî û zelal dixwaze, ku destpê dike ji
Vekişîna Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) ji nava Îtîlafê, ku ti carî nûnertiya hêviyên gelê me nedikir, herwiha pêwendiyên bi balans bi aliyên herêmî û navdewletî re li ser rêzgirtina herdualî, bêne destpêkirin. Herwiha em tekez dikin ku pêwendiyên bi Herêma Kurdistana Îraqê re dûrî pêwendiyên dûvelankî bin, herwiha pêwendiyên normal bi Tirkiyê re bêne çêkirin, ku li ser bingeha parastina berjewendiyên Kurdistana Sûriyê be û mafê gelê me biparêze
Di derbarê Pêşmergeyên Roj de jî, divê pilanek ji bo vegerandina wan bê darijtin, û QSDê weke hêzeke kurdî ya niştimanî li xwe binêre û ji bin bazkê PKKê derkeve, ku QSDê û Pêşmergeyên Roj bibin yek hêza kurdî ji bo parastina Kurdistana Sûriyê bêyî ku bikeve bin bandora ji derve ve an jî aliyeke siyasî
Careke din em bang li QSDê dikin doseya girtiyên siyasî bigire û binpêkirinênên weke leşkerkirina zarokan nehêle û kar bike ji bo pêkanîna lihevkirineke siyasî ji bo berjewendiyên gelê me, dûrî destêwerdaneke ji derve ve
Her di derbarê gotûbêja kurdî-kurdî de jî, divê bibe dergehek ji bo yekxistina nerîna siyasî ya hevbeş da ku bigihin pêkanîna şandeke hevbeş di danûstanên bi Şamê re nûnertiya Kurdistana Sûriyê bike. Ev şand divê nerîneke wê ya yekgirtî hebe, ku mafên gelê me di destûra nû de biparêze û dan bi mafên netewî yên gelê me li ser bingeha sîstema federal, ku têde Kurdistana Sûriyê yekgirtî be
Berê Kurdistana Sûriyê amade ye civînên hevbeş ji partî û aliyên siyasî re li Kurdistana Sûriyê lidar bixe, ku nerînan nêzîkî hev bike da ku bigihin rêkeftineke dîrokî, ku mafên gelê me bidest bîne û nûnertiya wê di cihên navdewletî, hundirî û herêmî de bike
Berê Kurdistana Sûriyê
25.12.2024