Berê Kurdistana Sûriyê li gel balyozê Almanyayê re civiya

Ragihandineke Çapemeniyê

​Serokê Berê Kurdistana Sûriyê, birêz Siyamend Haco, li paytexta Sûriyê, Şamê, bi Balyozê Almanyayê li Sûriyê, birêz 4Clemens Hach, re civînek li dar xist.

​Di civînê de, ku du demjimêran dom kir, helwesta Hikûmeta Almanyayê ji doza Kurd li Sûriyê û Hikûmeta Demkî ya Sûriyê hat gotûbêjkirin. Birêz Haco nêrîneke berfireh li ser helwesta Kurdan ji Hikûmeta Demkî pêşkêş kir.

​Di vê çarçoveyê de, birêz Haco metirsiyên berdewamkirina piştguhkirina Kurdan ji aliyê Hikûmeta Demkî ya niha ve li Şamê û danpênedana mafên wan ên neteweyî, çandî û siyasî vegot. Herwiha Haco li ser pêwîstiya piştgiriya Şanda Kurdî ya Hevbeş bi mebesta amadekirina mercan ji bo destpêkirina danûstandinên cidî bi Hikûmeta Demkî re, tekez kir, ku beşdarbûna Kurdan di pêvajoya siyasî de bi awayekî çalak misoger bike.

​Ji aliyekî din ve, birêz Siyamend Haco bi Wezîra Karûbarên Civakî û Xebatê, xanim Hind Qebwat, û cîgira wê, xanim Rexda Zêdan, re civiya. Wî bi wan re astengiyên li pêş xebata rêxistinên ne-hikûmî (NGO) li Sûriyê gotûbêj kir û daxwaz kir hesankarî di standina ruxsetan de bê kirin, û rewşeke bas ji karê rêxistinên NGO re bê çêkirin ya vekirîtir ji van rêxistinan re, ku karibin pirsên demokrasî û destûrê de bi azadî û bêyî astengî yan destêwerdan, gotûbêj bikin.

​Ofîsa Ragihandinê

Berê Kurdistana Sûriyê

11.11.2025