Serokê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Berê Kurdistana Sûriyê û Serokê Şepêla Azadî ya Kurdistanî, Siyamend Haco, îro li Silêmaniyê di 01.03.2025an de li gel berpirsê pêwendiyên Kurdistanî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê birêz Salar Serhed Xelîfe, û Şêwermendê dosyeya kurdên Sûrîyê û Tirkiyê yê YNK, birêz Fehmî Mihemed, li Silêmaniyê civiya.
Di civînê de herdu aliyan behsa rewşa Sûriyê û Kurdistana Sûriyê piştî ketina rejîmê kirin, bi taybetî ew gavên rêveberiya Şamê heya niha avêtine weke lidarxistina Kongreyê Gotûbêja Niştimanî ya. Herwiha herdu aliyan behsa banga birêz Ocalan û piroseya aştiyê li Tirkiyê û bandora wê li ser Kurdistana Sûriyê kirin.
Herdu aliyan li ser yekxistina helwesta kurd li Kurdistana Sûriyê tekez kirin, herwiha avakirina şandeke kurd a hevbeş, ku bi rêveberiya Şamê re danûstandinan bike.
Ofîsa Pêwendiyên Derve
Berê Kurdistana Sûriyê
01.03.2025