Şanda Berê Kurdistana Sûriyê serdana bargeha Tevgera Kurdistanî ya Serbixwe li Qamişlo dike

Şanda Berê Kurdistana Sûriyê li Bajarê Qamişlo serdana Bargeha Tevgera Kurdistanî ya Serbixwe- Sûriya kir, di civînê de herdu aliyan behsa pêşhateyên dawî li Sûriyê û Kurdistana Sûriyê kirin.

Şanda Berê Kurdistana Sûriyê pêkhatibû ji Serokê wê, birêz Siyamend Haco, birêz Berzan Îsa Endamê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Şepêla Azadî ya Kurdistanî û Birêz Deysim Nebî endamê desteya Xwecihî ya Şepêlê li Qamişlo. Herwiha şanda tevgerê jî pêkhatibû ji her yek ji birêz Zêd Sefûk, Mihemed Eta, Azad Ebas, Yilmaz Mihemed Beşîr.

Di hevdîtinê de herdu aliyan li ser şanda Kurdî ya hevbeş, gotûbêja bi Şamê re û xurtkirina karê hevbeş di navbera herdu aliyan di pêşerojê de û gavê bê di vê derbarê, behs kirin.

Ofîsa Ragihandinê

Berê Kurdistana Sûriyê

13.09.2025