Edbulrehman Hebeş : Divê danûstandin li gel Dîmeşqê were kirin bê ku dest ji daxwazên Kurdî bê kirin

Di hevdîtinekî de li gel kenalê Gelê Kurdistan, Ebdulrehman Hebeş, Endamê Desteya Serokatiya Berê Kurdistana Sûriyê û Sekretêrê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê “El-Partî” dibêje, eger fişarên derekî jî hebin, pêwîste danûstandin li gel Dîmeşqê were kirin, lê nabe dest ji daxwazên xwe bêne xwar

Hebeş behsa peywendiyên hikûmeta Sûriyê ya niha û Israîlê jî kir û bandora wan peywendiyan li ser siberoja kurdan li Sûriyê

Herwiha behsa serdana şanda Rêveberiya PYD ji bo Dîmeşqê jî kir û got ku ev serdan dikeve di çarçoveya ektîvkirina rêkeftina 10ê Adarê de û tekez kir ku bi ti rengan destberdarî mafê Kurdan nayê kirin

Di dawiya wê hevdîtinê de Hebeş behsa rewşa Efrînê jî kir piştî ketina Esed û çawaniya serederî li gel wê deverê tê kirin bi taybet di vê rewşa niha de