Siyamend Haco: Şanda kurdî pirengiya tevgera siyasî ye lê nabe tenê kurdên Cizîrê be

Di derbarê çûyîna şanda Şepêla Azadî ya Kurdistanî ji bo Kurdistana Sûriyê, Rûdawê hevdîtinek bi Siyamend Haco Serokê Berê Kurdistana Sûriyê, pêk anî.

Haco di hevdîtinê de diyar, ku şanda wan dê roja sêşemê derbasî Kurdistana Sûriyê bibe, ku ji ber cejna Qurbanê sînor heya sêşemê girtî ye.

Haco tekez jî kir, ku gelek guhertin li Sûriyê çêbûne û çûyîna şanda wan û dîtina bi civakê re gelekî girîng e ku ji nêzîk ve bi xelkê re bidin û bistînin û nas bikin rewş çawe ye. Herwiha haco tekez kir, ku ew dê hevdîtinên siyasî û çend semîneran li dar bixe.

Di derbarê şanda hevbeş a ENKS û PYD ku di çend rojên bê de berê xwe bide Şamê, Haco tekez kir, wê şandê pirrengiya tevgera siyasî li ber çava girtî ye û gelekî baş e, lê nûnertiya Efrîn û Kobanê têde cih negirtiye û nabe tenê kurdên Cizîrê nûnertiya kurdan bikin.

Herwiha Serokê Berê Kurdistana Sûriyê, Siyamend Haco, rexne li rêjeya kêm a jinan di wê şandê de kir û got diviyabû rêjeya jinan bêtir ba û bi kêmayî ji sê jinan kêmtir neba, lê xuya ye ku tenê PYD jinan dide pêş û ENKS wê yekê nake. Herwiha Haco diyar ku behsa kesên serbixwe di şandê de hate kirin, lê kesekî serbixwe têde nîne, lê ya girîng divê kesên serbixwe û pispor weke şêwermend ji şandê re hebin û eger ew yek nebe, wê kêmasiyek mezin be.

Di derbarê pirsa gelê de Haco amade be weke şêwermend bi şandê re kar bike, Serokê Berê Kurdistana Sûriyê tekez kir ku çawe ji bo gerên Cinêvê ya gotûbêjên navbera rejîm û opozîsyonê de ew beşdar bûn, bê guman dê ji bo vê şanda kurdî ku ji bo mafên Kurdan berê xwe dide Şamê, amade be weke şêwermend kar bike û her tiştê jê were dê bike.

Her di derbarê Şamê de, ka gelo dê pêşwaziya şanda kurdî bike ya na, Haco got ez bawer nakim Şam amade be bi wê şandê re baxive, ji ber berê El-Şerih gotiye wan bi Mezlûm Ebdî re lihev kirine û komîte jî ava kirine, ji ber rêkeftina El-Şerih-Ebdî û konfransê ENKS û PYD hevdij in û El-Şerih ne amade ye behsa federalîzmê bike, ji ber ku rêkeftina El-Şerih-Ebdî behsa nenavendiyê û federalîzmê nake.