Ji bo gotûbêja rewşa Berê Kurdistana Sûriyê û pêşhateyên dawî li Sûriyê û Kurdistana Sûriyê kirin, Berê Kurdistana Sûriyê, roja yekşemê 01.06.2025, civîneke xwe ya firehbi rêya online lidar xist.
Di civînê de endamên Berê Kurdistana Sûriyê, ji Kurdistana Sûriyê, Herêma Kurdistana Iraqê û Ewropa, ji partî û rêxistinên civaka sîvîl, kesên serbixwe û endamên ofîsên Berê, beşdar bûn.
Di despêkê de, Serokê Berê Kurdistana Sûriyê û Sekreterê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El-Partî) Rêzdar Ebdilrehman Hebeş gotina pêşî dest pêkir û bixêrhatina beşdaran kir û behsa wan şeş mehên borî kir, ji despêka damezrandina Berê Kurdistana Sûriyê heya roja îro.
Piştre berpirsên ofîsan behsa karên xwe yên wan şeş mehên derbasbûyî kirin, weke Serokê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Berê û Serokê Şepêla Azadî ya Kurdistanî, Siyamend Haco, ku behsa karên dîplomasî bi welatên ewropî re kir, herwiha Rêzdar Silêman Silêman Hevrêzkarê giştî yê Tevgera Aştî ya Kurdistanê û Serokê herdu Ofîsên Ragihandin û Revenda kurdî behsa rewşa karên Ofîsa Ragihandinê kir. Piştre jî nûnerên rêxistinên civaka sîvîl, her yek ji Ferhad Hebeş berpirsê navenda Reşîd Hemo ya çandî û Îsam Sebrî berpirsê Rêxistina Yasna ya Pêşxistina Felsefeya Zerdeştî jî gotinên xwe pêşkêş kirin.
Di civînê de behsa rewşa Sûriyê û Kurdistana Sûriyê hate kirin û li ser helwestên Berê di derbarê pirsên siyasî li ser asta Sûriyê û Kurdistana Sûriyê tekez kirin ku Berê Kurdistana Sûriyê nûnertiya kesayetiya serbixwe ya kurdên Sûriyê dike . Li aliyekî din jî behsa çawaniya pêşxistin û firehkirina Berê Kurdistana Sûriyê hate kirin û gotûbêjeke cidî ya berpirs di navbera beşdaran de çêbû û pilanên kar ji bo pêşerojê jî hatin gengeşekirin.
Di dawiya civînê de û ji ber serokatiya Berê Kurdistana Sûriyê her şeş mehan tê guhertin, Rêzdar Siyamend Haco dê ji bo şeş mehên bê piştî 08.06.2025an dest bi karê xwe weke serokê Berê bike.
Desteya Serokatiyê
Berê Kurdistana Sûriyê
02.06.2025