Serokê Berê Kurdistana Sûriyê, Ebdilrehman Hebeş, di hevdîtineke xwe de bi Kurdistan24 re di derbarê damezrandina Berê Kurdistana Sûriyê de axivî. Hebeş tekez kir ew ji bo Sûriya nû dixwazin sîstema federal bê bicihkirin û Kurdistana Sûriyê yekgirtî be. Herwiha Hebeş diyar kir, ku ragihandina Berê Kurdistana Sûriyê piştî salekê ji gotûbêjên dirêj û fireh hat.
Hebeş tekez kir, ku herdu aliyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiya Yekîtî ya Demokrat (PYD) hatibûn vexwendin, lê herdu aliyan red kirin beşdar bibin û tevlî wê bibin.
Hebeş di hevdîtina xwe de da nîşan, ku derfeteke zêrîn niha li pêş tevgera kurd li Kurdistana Sûriyê heye bi taybetî bi ketina rejîma Esed û divê kurd lihev bikin û bi nêrîneke hevbeş bi rêveberiya nû re ya li Şamê gotûbêjan bikin.
Serokê Berê Kurdistana Sûriyê bang li ENKS û PYD kir, ku li xwe vegerin û PYD girtiyên kurd serbest berde û ENKS jî ji nava Îtilafê vekişe, ku li gorî Hebeş êdî Îtîlaf nema ye.