Berê Kurdistana Sûriyê daxuyaniyek derbarê destnîşankirina rêveberekî ji Herêma Efrînê re belav kir û dibêje nayê qebûlkirin deverên Kurdistana Sûriyê bi awayekî navendî ya tund werin birêvebirin.
Eve deqê wê daxuyaniyê:
Destnîşankirina rêveberekî ji Herêma Efrînê re, gaveke ne di cihê xwe de ye û li dijî pirensîpên nenavendiyê û hevkariya xelkê di birêvebirina xwecihî de ye. Ev karên wisa, nîşana berdewamiya mejiya navendî ya rejîma çûyî ye, ku têkçûna wê tekez kir di wan dehsalên derbasbûyî de, herwiha ne tiştekî geşbîn e.
Girîng e, xelkê her deverekê bi xwe devera xwe birêve bibe, ji ber ew baştir dizanin çi tê xwestin. Nayê qebûlkirin deverên Kurdistana Sûriyê bi awayekî navendî ya tund werin birêvebirin. Divê berpirsên deveran bi rêya hilbijartinên demokrat û azad be, ku nîşana vîna gel be, ne ku ji navendê bêne destnîşankirin û nizanibe çi ser erdê heye.
Di derbarê bêdengiya aliyên kurd de, bi taybetî weke Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) cihê guman û pirsê ye li cem me, ka gelo çendî cidî ne bi pabendbûna bi pirensîpên demokratî û nenavendiya ku di rêkeftinên berê de banga wê dikirin! Ev bêdengî weke gaveke ji paşveçûnê ye ji wan pirensîpan û rizamendiyeke ji hindur ve bi van siyasetên ku navendiyê xurtir dikin. Bi her awayî jî li dijî armanca hevbeş e ya avakirina rêveberiyekê ku nîşana vîna gel be.
Ji hêzên kurd tê xwestin bêdengiya xwe bişkînin û helwesteke cidî nîşan bidin ku li gorî daxwazên gelê Kurd li Sûriyê be. Ev berpirsyariyeke dîrokî ye û divê em tevde li dijî wan siyasetên destnîşankirinê bisekinin û bi rêya hilbijartinên demokrat û azad nûnertiya kurdan li Sûriyê bê kirin, ne bi rêya ferzkirina biryaran ji navendê.
Sûriya em dixwazin divê dewleteke demokrat û federal ya rast be, ku hilbijartinên azad û pak di her warî de têde bêne encamdan û vîna gel di hilbijartina nûnerê xwe de ya sereke be.
Berdewamiya siyasetên destnîşankirinê, çi li Efrînê û çi li her devereke din li Sûriyê be jî, dibin rêgir li ber avakirina sîstemeke siyasî ya rast ku nûnertiya tevahiya xelkê Sûriyê bike.
Berê Kurdistana Sûriyê
11.04.2025