El-Partî: daxwaza îtirafeke bi zimanê kurdî bibe

Partîya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El-Partî)  daxuyanî derbarê qedexekirina xwendina  zimanê kurdî de got: qedexekirina xwendina zimanê kurdî tê wateya metirsîyeke mezin di avakirina Sûrîyeke demokratîk û federal.

 

deqeya daxuyaniyê :

 

Daxwuyanî derbarê qedexekirina xwendina zimanê kurdî li Efrînê, serêkanîya û gerê spî.

Ev biryar ji aliyê Rêveberiya Demkî ya bi serokatiya Ehmed El-Şerih bi sekinandina xwendina bi zimanê kurdî li Efrînê û hemû deverên kurdî ku pêşveçûneke metirsîdare û nîşaneke nebaş e li ser pêşeroja mafên gelê kurd li Sûriyê, herwiha binpêkirina li der heqê mafê kulturî û neteweyî ku hatîye pesendkirin ji yasaya neteweyî.

Zimanê kurdî ne tenê ji bo fêrbûnê ya lê ew cewhera nasname û stûneke bingehîn ne ji stûnên hebûna netewî ya gelê Kurd li Sûriyê, û tunekirina vê mafê dê nîşana tunekirina hebûna kurdan û rola wê ya dîrokî di avakirina Sûrîyê .

Ev mafên herî kêm ku derbas kirina zimanê kurdî di nav rêbazên xwendinê û hînkirina wê di dibistanan de û, peymangeh û zanîngehên yên taybet, ji ber tekezkirina nirxên pêkvejîyanê û îtirafa hevbeş û destûra Sûriyê wê tekezî dike. Paşveçûna ji van destkeftên îro, tê xwendin wekî peyamek dûrxistin û tunekirina û têk birine avakirina dewleteke demokratîk, piralî û federal.

Ji vê yekê El-Partî pirseke pirseke girîng ji desthilata El-Şerih dike?

Eger mafê herî kêm a kulturî ya gelê Kurd were tunekirin, çewa e li ser îtîrafa bi mafên siyasî û destûrî di pêşeroja Sûriyê de?

Çewa destûreke ku wekhevîya ava bike û heman demê dûrxistina yek ji zimanên niştimanî ji dibistanên wê.

Em weke El-Partî tekez dikin ku danpêdana bi zimanê kurdî wek zimanekî fermî li kêleka zimanê Erebî li herêmên kurdî û bicîhanîna wê di nava rêbazên niştimanî ku nîşan rasteqîne ji bo her projeyeke niştimanî Sûrî, Em daxwaz dikin ku ev biryar were vegerandin û çespandina zimanê kurdî li dibistanan, ku dibe gaveke yekem di avakirina baweriya û nîşaneke ku divê Sûriyê pêşeroj welatekî demokratîk û federal ku hemû welatîyên xwe li ser bingeha azadiya, edalet û rûmetê bicîh bike.

Komîta navendî ya Partîya Demokrata kurd li Sûriyê ( El-Partî)

29 /9 / 2025‪